Xelkê taxeke Amedê ji bikarhênerên madeyên hişbir bêzar bûne

10-12-2022
RÛDAW
Xelkê taxeke Amedê ji bikarhênerên madeyên hişbir bêzar bûne
Xelkê taxeke Amedê ji bikarhênerên madeyên hişbir bêzar bûne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê li Bakurê Kurdistanê, bi sala ye pirsgirêka bikarhênerên madeyên hişbir heye û tu rayedarekî û hêzên ewlekariyê jî hewil nedaye wê pirsgirêkê çareser bike. Li taxa Rezan a ser bi navenda bajar ve xelk newêrin ji ber bikarhênerên madeyên hişbir ji malên xwe derkevin.

Xanî û avahiyên vala yên taxeke Rezanê, bûne sitargehên wan kesên ku derziyan li xwe didin, madeyên cur be cur dikşînin û ji ser hişê xwe diçin. Niştecihên taxê bêzar bûne, lê newêrin xwe bidin ser wan, ji ber ku ne yek û dû ne, bi kom digerin û êrîşî xelkê jî dikin.

Hemwelatiyek dibêje: “Xew bi çavê me nakeve, jin tên, keç tên her kes tê. Li vir rê heye. Me xwendekar hene ji tirsan di vê rêyê re naîin û nayên.”

Çavê nişteciyên wê taxa hejar, li karbidestan e ku bêne ser xetê û bikarhênerên madeyên hişbir ji taxê dûr bixin.

Heman hemwelatiyê got jî: “Ji bo xatirê Xwedê bila werin van avahiyên vala birûxînin. Binere pencereyên wan şewitî ne. Agir pê ket û bi sondê av pêde kirin û vemirandin. Weha dibe? Ev mal hemû vala ne, tenê yek du mal in û ti kes dengê xwe li wan nake.”

Li gor amarên Rêveberatiya Giştî ya Asayîşa Amedê, tîmên rûbirûbûna tawanên madeyên hişbir û rêveberatiyên qezayan di meha Cotmeha îsal de li Amedê, 490 operasyon encam dane, 116 kes bi tometa bikaranîn û bazirganîkirina bi madeyên hişbir dadgehkirine, ku 94 kes ji wan ketine zindanê de û 22 jî bi mercê dadî hatine azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst