Duhok (Rûdaw) - Îro li navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Pasportê li vê qezayê hat vekirin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed duh êvarê serdana parêzgeha Duhokê kir û li gel berpirsên wê parêzgehê civiya.
Rêber Ehmed îro Sêşemê serê sibehê jî serdana Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundûtîjiya Dijî Jinan li Duhokê kir û bi rayedar û stafa vê rêveberiyê re hevdîtin pêk anî.
Piştî hevdîtinê, Rêber Ehmed di bersiva pirsyara Rûdawê de ya derbarê zêdekirina desthilatên parêzgeh û yekeyên îdarî yên din de got, ne tenê li Wezareta Navxwe lê belê li ser asta Hikûmeta Herêma Kurdistanê planeke nû bo zêdekirina desthilatên yekeyên îdarî û veguhastina desthilatan ji navendê bo parêzgeh û qezayan heye.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha di berdewamiya serdanên xwe yên îro de, Serdana Rêveberiya Polîsê Trafîkê ya Duhokê jî dike û piştre dê serdana qezaya Zaxoyê bike.
Biryar e Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê îro beşdariyê di merasîma vekirina Rêveberiya Paseportê li Zaxoyê de bike.
Rêber Ehmed duh Duşemê di konferanseke rojnamevanî de li Duhokê amaje bi armanca serdana xwe bo vê parêzgehê da û ragihand, ew dê hewl bidin di demekê nêzîkî de xizmetgûzariyên hatinûçûnê jî li Zaxo vekin, daku welatiyên Zaxo ji bo encamdana karûbarên otomobîlên xwe neçar nebin biçin bajarê Duhokê.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê herwiha got, di demeke nêzîk de dê ofîsa Rêveberiya Paseportê li navçeya Akrê jî bê vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse