Galeriya wêneyan

10-10-2016
16 Photos
Ferzîn Hesen

Hewlêr (Rûdaw) –  Berpirsên bilind ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji sîstema elektronîkî ya meaşan, navên xwe tomar kirin.

 

Serowezîr Nêçîrvan Barzanî, Cigîrê Serokwezîr Qubat Talabanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Wezîrê Şarevanî û Geştiyariyê Newroz Mewlûd, Wezîrê Avadankirinê Derbaz Kosret Resûl, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmetê Felah Mistefa û wezîrên din ên hikûmeta Herêma Kurdistanê îro navê xwe tomar kirin.

 

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê pêşengiya vê projeyê dike ku dê êdî ji vî şûnde karmendên Herêma Kurdistanê meaşên xwe ji bankayan werbigrin. Ji bo amadekirina kartên elektronîkî yên karmendan 76 navend û 271 pencere hatine avakirin.