CPT: Ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê 162 gund hatine valakirin

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyeyê PKK Şerê PKK û Tirkiyeyê Dihok Çiyayê Garê Çiyayê Metîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ragihand ku ji ber şerê Tirkiye û gerîlayên PKKyê 162 gundên li ser sînor ên Herêma Kurdistanê hatine valakirin.

Ji destpêka sala 2024an heta niha 8 sivîl jî ji ber şer û pevçûnan hatine kuştin.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman li ser şerê PKK û Tirkiyeyê ji Rûdawê re axivî.

Kameran Usman eşkere kir ku Tirkiyeyê îsal hezar û 76 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

Ji sedî 93yê êrişan bi balafirên şer bûne û êrişên din jî bi dron û topxaneyan hatine kirin.

Rêxistina CPTyê raporan li ser êrişên Îranê û Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê belav dike.

Li gorî amarên CPTyê Tirkiyeyê hezaran û 548 caran Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran kiribû.

CPTyê di rapora xwe de amaje bi wê yekê kir ku piraniya bombebaranên Tirkiyeyê û li parêzgeha Dihokê bûne.

Piraniya êrişan li çiyayên Gare, Metînê hatine kirin.

Îsal jî dorûbera çiyayên Garê û Metînê tê topbaran kirin û bombebarankirin.

20 hezar donim zevî şewitiye

Li gorî zanyariyên CPTyê gundên herî zêde tên bomberankirin ev in, Berçê, Belava, Kanê, Aşkê Bêrê, Sergelê.

Kameran Usman di berdewamiya axaftina xwe de behsa şewata zeviyên xelkê herêmê jî kir û wiha got:

“20 hezar donim zevî, bax û rez şewitiye, ew gund ev demek e hatine valakirin lê belê xelkê gund ji bo cotkariyê û xwedîkirina ajelên xwe bi roj diçûn nava gund.

Piştî şer li herêmê zêde bû û bombebaranê dest pê kir êdî xelk naçin ser zeviyên xwe."

Metirsiya valabûnê li ser 602 gundan heye

Li dorûbera çiyayê Metînê jî gelek gund ji ber bombebaran û êrişan hatine valakirin.

Ew gundên hatine valakirin ên li dorûbera Metînê ev in, Mijê, Kevinemejê, Spîndarê, Dêreşê, Gîrgaşê.

Li gorî gotina Kameran Usman ji sedê 80yê zevî û baxên van gundan ji ber şer û pevçûn û bombebaranan şewitîne.

Kameran Usman eşkere kir ku heta niha bi temamî 162 gundên herêmê ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê hatine valakirin û metirsî heye 602 gundên din jî bên valakirin.

Dêra gundê Miskê ji ber êrişan zerer dîtiye

Kameran Usman amaje bi wê yekê kir ku metirsiya valabûnê li ser gundên Xiristiyanan jî heye.

Kameran Usman behsa êrişên li ser gundên Xiristiyanan jî kir û wiha got:

Metirsî heye gundên Xiristiyanan jî bên valakirin. Wekî nimûne ji ber bombebaranan dêra gundê Mîskayê zerer dîtiye û metirsî heye ew gund jî were valakirin.

Gundekî Xiristiyanan ku 15 malên wê hebûn, aniha kesek lê nemaye. Xelkê gund ne tenê Kurdistan ji Îraqê jî derketine. "

Kameran Usman behsa qurbaniyên şerê PKK û Tirkiyeyê jî kir û wiha got:

"Ji sala 1991an heta niha 334 sivîlên Herêma Kurdistanê ji ber şer û bombebaran, topbaranên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

Her wiha 358 kes jî ji ber êrişan birîndar bûne.

Îsal jî 8 kes şehîd bûne û kesek jî birîndar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst