Hewlêr (Rûdaw) - Hisên Mihemed Elî ji Rûdawê re behsa jiyan, kar û xebatên xwe kir û hêviyeke xwe aşkere kir, “hêviya min a taybet e ku rojekê bikarim biçim Kurdistana Iraqê, biçim Hewlêrê.”
Hisên Mihemed Elî ku 35-6 salan mamostayê zimanê Erebî bû û gelek kesayetiyên ku niha naskirî û diyar in, şagitên wî bûn û di bin destên wî re derbas bûn, ji Rûdawê re behsa jiyan, kar û xebatên xwe kir.
Hisên Mihemed Lorî mamostayê nifşên Kobanî tê naskirin pirtûkek bi navê Kobanî Memlekit El-Mai We El-Qeranîq nivîsandiye.
Hisên Mihemed Elî derbarê pirtûka xwe ya li ser Kobaniyê de dibêje, “Ez rûniştim 2012an min dest pê kir, deynekî Kobaniyê... min got ‘divê ez tiştekî li ser binivîsim’. Ev pirtûk di nav dil û hestê min de hat strandin.”
Hisên Mihemed Elî di nav civaka Kobanî de, bi navê mamosta Hisênê Heme Lorî tê nas kirin, lê li dibistanan û di warê perwerdeyê de, bi navê Istaz Hisên Mihemed Elî û mamostayê nifşan tê naskirin.
Derbarê naskirina xwe li nav civaka Kobaniyê jî Hisên Mihemed Elî dibêje, “Ji min re digotin; kesekê di saxiya xwe de li Kobaniyê jê re hurmet nebû jibilî te.”
Herwiha di dewama gotinên xwe de Hisên Mihemed Elî hêviyeke xwe tîne ziman û dibêje, “Hêviya min a taybet e ku ez rojekê bikarim biçim Kurdistana Iraqê, biçim Hewlêrê û ya girîng jî ku ez bikarim kitêba xwe ya derbarê Kobaniyê de diyarî Kak Mesûd bikim.”
Hisên Mihemed Elî sala 1950î li Kobanî ji dayik bû. Derçûyê wêjeya zimanê erebî li zanîngeha Helebê ye û ji sala 1975an heta 2010an mamostayê zimanê Erebî bû.
Hisên Mihemed Elî 40 sal kar û mamostayetî li dibistanên Kobaniyê kir û Serokê Desteya Perwedeyê ya Rêveberiya Xweser bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse