Efrîn: “Erebên hawirde di nava kavilan de diziyê dikin”

10-02-2023
Nebîl Omer Yûsif
“Erebên hawirde di nava kavilan de diziyê dikin”
“Erebên hawirde di nava kavilan de diziyê dikin”
Nîşan Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên li Efrînê gazinan ji wê yekê dikin ku alîkariyên ku digihêjin, nedadperwerane tên dabeşkirin û ew ji alîkariyan bêpar in. Çalakvanê Kurd ji Efrînê Mistefa Şêxo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, li Cindirêsê Erebên hawirde dest bi diziyê kirine, zêr û pere û kelûpelên malan didizin.

Li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar û malbatên wan li pêşiya navendên komkirina alîkariyan kom bûne û dest datînin ser wan alîkariyên ku ji bo xelkê Efrînê têne şandin.

Xelkê resen ên Efrînê ji Rûdawê re tekez dikin ku grûpên çekdar wan alîkariyan tenê bi ser malbatên çekdaran û Ereban de dabeş dikin û Kurdên Efrînê û Cindirêsê û kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye, ji wan bêpar dimînin. Çalakvanekî Efrînê jî ragihand, beşeke xelkê zêr û kelûpelên nav malan ên weke tupên xazê didizin.

Çalakvan Mistefa Şêxo anî ziman, “Li Cindirêsê ev krîza hatiye çêkirin û ev karesata hatiye serê miletê me, Erebên hawirde û grûpên çekdar dest bi diziyê kirin, diçin di nav kavilan de ji destê birîndaran zêran didizin, tupên xazê didizin, nivînan û tiştên elektrîkê didizin.”

Li gor xelkê Efrînê, ji ber derengketina gihiştina alîkariyan ji bo Cindirêsê, Kurdan bi xwe dest bi komkirina alîkariyan dikin û ji bo xelkê Cindirêsê dişînin.

Çalakvan Mistefa Şêxo herweha tekez dike grûpên çekdar li pêşya ofîsên pevguhertina pereyan radiwestin û ew pereyên ku xelk ji bo kesûkarên xwe dişînin, nîvê wan dibin.

Çalakvan Mistefa Şêxo got, “Ew alîkariyên ku ji derve tên, dest datînine ser û tenê li Ereban belav dikin û nadin Kurdan.”

Li gor xelkê Efrînê ku ji Rûdawê re diaxivin, ew alîkariyên ji derve heta niha tiştek ne gihiştiye Cindirêsê ji xeynî wan alîkariyên ku xelkê gundên derdora Cindirêsê şandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst