Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bîcarê yê Sineya Rojhilata Kurdistanê, 4 endamên malbatekê ji ber gaza karbonmonoksîdê bi jehrê ketin.
Berpirsê Xizmeta Bilez a Sineyê Husên Ceferî ragihand ku 3 kesan ji wan canê xwe ji dest daye.
Li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber sermaya zivistanê gelek kes li malên xwe amûrên germkirinê bi kar tînin.
Ev yek jî ji ber gaza karbonmonoksîdê dibe sedema jehrîbûn û mirinê xelkê.
Husên Ceferî diyar kir, piştî ew hatin agahdarkirin ku 4 endamên malbatekê li bajarê Bîcarê bi gaza karbonmonoksîdê bi jehrê ketine tîmên wan yekser gihiştine cihê bûyerê.
Husên Ceferî got, "Mixabin 3 endamên malbatê canê xwe ji dest daye ku jineke mezin û du zarok in."
Li gorî gotina Husên Ceferî, tenê endamekî malbatê ji mirinê rizgar bûye ku zilamekî 40 salî ye.
Berpirsê Xizmeta Bilez a Sineyê di berdewamiyê jî de got:
“Tîman piştî tedawiya destpêkê birîndar di bin çavdêriyeke giran de veguhast nexweşxaneyê û ji mirinê hat rizgarkirin."
Ji ber ku tedbîrên xweparastinê nayên bicihanîn, salane bi dehan kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di demsala sermayê de ji ber bêhn û dûmana gazê dimirin.
18ê Çiriya Paşîn a 2024an, Birêvebiriya Xizmeta Bilez a Sineyê eşkere kir ku ji 22yê Îlonê heta niha, herî kêm 33 kes ji ber gaza karbonmonoksîdê bi jehrê ketine ku 5 kesan ji wan canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse