Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin kuştin û kolberek jî birîndar bû

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema 24 demjimêrên borî de 2 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî yên Baneyê bi guleyên nobedarên sînorî yên Îranê hatin kuştin û kolberek jî birîndar bû.

Serê sibeha îro kolberekî bi navê Mîrza Ehmedî yê xelkê bajarê Baneyê, li navçeya sînorî ya Zelê, bi guleyên hêzên Îranê hat kuştin.

Mîrza Ehmediyê 43 salî xelkê gundê Encinê ye û bavê du zarokan bû.

Her li navçeyên sînorê yên bajarê Baneyê, duh nobedarên sînorî yên Îranê gule li kolberan reşandibûn û du gule li sînga kolberekî xelkê Selmasê yê bi navê Şoriş Xereguşî ketibûn û wî canê xwe ji dest dabû.

Şoriş Xereguşiyê 33 salî xelkê gundê Zêwecîkê yê bajarê Selmasa parêzgeha Urmiyeyê û bavê zarokekî bû.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, di wan her du bûyeran de hêzên Îranê kolber berê agahdar nekirine.

Roja duşemê jî, li herêmên sînorî yên Newsûdê ya bajarê Paweyê, hêzên nobedarên sînorî gule li kolberan reşandibûn û kolberekî bi navê Emîr Îlahî birîndar bûbû.

Emîr Îlahî 25 salî bû û xelkê bajarê Selasa Bawecanî bû û tê gotin ku rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di sala 2023yan de herî kêm 29 kolber li parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê ji ber sedemên cuda canê xwe ji dest daye û 228 kolber jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst