ROJAVA - MSD: Emê Rêveberiya Xweser bibin Cinêv 3

11-01-2016
Mihyedîn Hisên
Nîşan MSD Rojava Sûriye Cinêv 3 Rêvebriya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Meclîsa Sûriya Demokratîk piştî civînên xwe li bajarê Cinêv ê Swîsê ragihand, ew dê beşdarî Kongreya Cinêv 3 bibin û ew dê mijara Rêveberiya Xweser bi xwe re bibin nav wê kongreyê û li wir gotûbêjê li ser bikin.

 

Civînên Meclîsa Sûriya Demokratîk li bajarê Cenêvê bidawî hatin û piştî civînan, konferanseke rojnamevanî hat lidarxistin û têde hat gotin, ku divê hemû aliyên Sûriyê di danûstandinên Cenêvê de beşdar bin.

 

Endamekî Meclîsê ji medyayan re ragihand ku derbarê beşdarbûna wan di Cenêv de ewê bi De Mistura re bicivin.

 

Meclîsa Sûriya Demokratîk daxwaz kir ku ew jî di danûstaninên Cenêvê yên çareserkirina krîza Sûriyê de beşdar be û got ku ewê derbarê vê pirsê bi De Mistura re bicive.

 



Meclîsa Sûriya Demokratîk ku lêvegera siyasî ya Hêzên Sûriya Demokratîk e, civînên xwe yên 2 rojî li bajarê Cenêvê bidawî kirin û belgeya siyasî ya Konferansa Qahîre weke bingeh girt ku têde nexşerêyeke çareseriyê hatiye ku li gorî wê, divê sîstema nenavendî li Sûriyê were bicîkirin û hemû hewl ji bo rûbirûbûna terorê bên dayîn, lê di wê belgeyê de behsa mafê gelê Kurd nehatiye kirin.

 

Piştî civîna encumenê, daxuyaniyek hat xwendin û têde tekezî hatiye kirin ku divê danûstandinên Cenêvê 3 li ser bingeha beyanameya Cenêv1, rêkeftina Viyêna û biryara Meclîsa Ewleakriyê 2254 be û got ku her danûstndinek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê were kirin, divê hemû alî têde beşdar bin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha, tekezî li ser rola hêzên Sûriya Demokratîk ji bo rûbirûbûna terorê li Sûriyê hatiye kirin.

 

Piştî civînê, endamê Meclîsa Sûriya Demokratîk, Salih Nebwanî ji medyayan re raghand ku ewê bi şanderê navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê Stîvan Staffan De Mistura re bicivin, ji bo beşdarbûn ji danûstandinên Cenêvê de û got eger ew di Cenêvê de beşdar bûn wê sîstema rêveberiya xweser weke modêlekê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkêş bikin.

 

Salih Nebwanî herwiha got, rast e ku Meclîsa Sûriya Demokratîk ji bo Cenêvê nehatiye vexwendin, lê ew hewlên xwe didin ku derbarê vê pirsê bi welatên Ewropî û De Mistura re bicivin û got ku ewê navê şandeyeke encunemê ji De Mistura re pêşkêş bikin.

 

Meclîsa Sûriya Demokratîk li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê di kanûna 2015a de hat damezirandin û her yek ji Heysem Menna û Îlham ehmed weke hevserokên wê hatin hilbijartin.

 

Ew encumen weke lêvegera siyasî ji Hêzên Sûriya Demokratîk re hat avakirin, ew hêza ku di Cotmehê de hat avakirin û YPG cihekî girîng têde digre, û çend navçeyên stratejîk ji destê çekdarên DAIŞê derxistin, weke bajarokê Hol ê Hesekê, bendava Tişrîn li ser çemê Firatê û vê dawiyê jî gundê Keştear yê ser bi Ezazê ve, û niha pêşketinên xwe li rojavayê Çemê Firatê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst