PWK: Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan PWK Şêx Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Weletparêzên Kurdistanê (PWK) li hemberî daxuyaniyên van demên dawiyê yên li dijî Rêberê Kurd Şêx Seîd nerazîbûn nîşan da û got, “Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e.”

Rêxistina Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) têkildarî navê ‘Bulwara Şêx Seîd”ya ku li Amedê tê çêkirin daxuyanî dabû.

TKPyê di daxuyaniya xwe de ji bo Şêx Seîd gotibû, “Dijminê komarê, alîgirê xîlafeta begî û eşîretan e.”

PWKyê jî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da û bi bîr xist ku “Şêx Seîd, ji ber ku serokê neteweyî û rûmeta miletê Kurd bû, li gel 46 hevalên xwe, ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatiye îdamkirin.”

PWK di daxuyaniya xwe de got:

“Hinek kes û aliyên ku berdewamiya Îttîhad Terakkî ne û bi navê çeprewîtî yan rastrewîtî tevdigerin, bi ziman, nêrîn, helwest û haletî rûhiya ku yên Şêx Seîd îdam kiriye, êriş û bêrêzîyê li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd dikin.

Em van kes û aliyên şowenîst, nîjadperest û dijminên mirovahiyê, dijminên miletê Kurd in şermezar dikin.

Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst