AMED - Xwenîşandanên li dijî qeyûman berdewam dikin

09-11-2024
Abdulselam Akinci
Dîmenê xwepêşandanê\ Abdulselam Akinci\ Rûdaw
Dîmenê xwepêşandanê\ Abdulselam Akinci\ Rûdaw
Nîşan DEM Partî Tayînkirina Qeyûman Tulay Hatîmogulari Sînan Çîftyurek Mehmet Kamaç Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) – 5 roj bi ser tayînkirina qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xalfetiyê derbas bûn.

Nerazîbûna siyasetmedar û alîgirên DEM Partiyê ya li dijî qeyûman berdewam dike.

Doh li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê bi awayekî hevdem tayînkirina qeyûman hat protestokirin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokên Şaredariya  Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl tevlî xwenîşandana Amedê bûn.

Xwenîşandanê li Meydana Şêx Seîd dest pê kir. Di xwepêşandanê de xelk meşiya û dirûşmên li dijî qeyûman bilind kirin.

Di heman demê de, li Geverê, Silopiya, Bazîd û Wanê jî dengderên DEM Partiyê tevî hejmarek rêveber û parlamenterên wê partiyê meşiyan û nerazîbûna xwe derbirî.

Beşdarên xwenîşandana Amedê ji Rûdawê re dibêjin, ew ji qeyûm ne razî ne. Qeyûm tê wateya binpêkirina îradeya wan, qeyûm dizî û gendelî ye û ew qeyûman naxwazin.

Di pêşengiya DEM Partiyê de li Wanê, Silopiyaya Şirnexê, Gevera Colemêrgê, Bazîda Agiriyê bi awayek hevdem li dijî danîna qeyûm meş û çalakiyên protestokirinê hatin lidarxistin.

“Li berxwedana gelê Kurd xwedî derkevin”

Welatiyekî ku tevlî xwenîşandanê bûbû wiha got:

“Dixwazin Kurd tune bin, heqê wan her tim ji wan bistînin û Kurd her tim di bin zextê de bin.”

Parlamenterê DEM Partiyî Sînan Çiftyurek jî li ser tayînkirina qeyûman wiha got:

Hûn sindoqê didin ber me û di hilbijartinan de encamên îradeya gelê Kurd derdikeve holê hûn qeyûm tayîn dikin.

Em vê şermezar dikin. Em bangî cîhanê dikin, bangî gelê Tirkiyeyê dikin, em bangî hemû perçeyên Kurdsitanê dikin bila li berxwedana gelê Kurd xwedî derkevin.”

“Dê berxwedana me berdewam bike”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç jî tevlî xwenîşandê bû û wiha got:

Ev sê serdem in qeyûm tayînî ser şaredariyên me dikin û îradeya gelê me tune dihesibînin.

Ev yek berdewamiya dîroka sedsale ya komarê ye ku di sedsala duyem de jî berdewam dike.

Em dibêjin heta ew qeyûmên xwe venekşînin li kolanan berxwedana me jî dê berdewam bike.”

Xwepêşander piştî meşê di bin tedbîrên berfireh ên ewlehiyê de li bin Sûrên Amedê rawestiyan û Hevseroka DEM Partiyê Hatîmogullariyê gotarek peş keş kir.

Hatîmogullariyê danîna qeyûman wekî darbe bi nav kir û wiha got:

“Tayînkirina qeyûman ne yasayî ye”

“Serokkomar Erdogan di axaftinek xwe de daraza ku qeyûm avêtine pîroz kiriye.

Li gorî yasayan li ser kesên ku di derbarê wî de ti biryarek tekez a darazê tune be tayînkirina qeyûman ne yasayî ye.

Binêrin ew yasayê wiha bin pê dikin. Erdogan îro bi pîrozkirina darazê bendewariya xwe ya ji darazê dide nişan.

Her wiha diyar dike ku ew darazê wekî gopalê qesrê bikar tîne.

Ev nîşaneya wê yekê ye ku dixwazin tiştên ku bi rêya siyasetê nikarin pêk bînin bi destên darazê pêk bînin.”

Çalakî bi çepik û sloganên li dijî tayînkirina qeyûman bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir