Balafirên bê pîlot li Qamişlo otomobîlek bombebaran kirin

09-11-2021
RÛDAW
Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafireke bê pîlot Tirkiyê otomobîlek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Qamişlo li Taxa Hilêliyê Tirkiyê dronê êrîşî otomobîleke Toyota reng spî kir û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û otomobîl bi tevahî hate şewitandin.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo Vîviyan Fetah ragihand ku Bombebarankirina wê otomobîlê îro êvarê derdora saet 15.00 çêbû ye.

Berpirsê Ragihandina YPGê Siyamend Elî di twîttekê de ragihand, êrîşa Tirkiyê bi rêya dronekî hatiye kirin û di encam de sê kesan canê xwe ji dest dane.

Kesên ku jiyana xwe ji dest dane, kesayetiya siyasî ya Kurd Yûsif Gulo û 2 kurên wî Mihemed û Mezlûm Gulo ne.

Gelek şehîdên malbata Gulo hene, Yûsif Gulo jî, kesayetîyeke naskirî ye li Rojavayê Kurdistanê, bapîrê Serkirdeyê HSD Rêzan Gulo ye.

Yûsif Gulo berî 3 mehan bû mêvanê bernameya Pencemûr a Rûdawê, Gulo di wê bernameyê de behsa zarokatî û jiyana xwe kiribû.

 

Taxa Hilêliyê li rojavayê Qamişlo çêbû ye, ku ew tax li nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Tirkiyê di van demên dawiyê de êrişên xwe yên bi firokeyên bê pîlot li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û di navbera çend mehan de ev cara pêncemîn e Tirkiyê bi vê awayî li Rojavayê Kurdistanê êrişan encamp dide.

Heta niha çend endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku hevpeymanên Amerîkayê ne, di encama wan êrişan de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst