Bersûcên kuştina ciwanekî bi şert tên berdan

09-11-2013
ZEKİ OZMEN
A+ A-


Almanya (Rûdaw) - Digel ku doza kuştinê berdewam dike, bersûc wê bi şert werin berdan. Di 8ê Hezîranê de li   Wildeshausen a nêzîkî bajarê Oldenburgê ya Almanyayê bûyerîk rû dabû û ciwanekî Kurd ê bi navê Sebrî Acar yê 20 salî jiyana xwe ji dest dabû. Herwiha 3 kes jî birîndar bûbûn. Bûyer di navbera 6 kesên ku pênc ji wan Kurd bûn û yek jê Polon bû di malekî de qewimîbû. 

Piştî lêkolînên berfireh dozgeriyê biryara du kesan ji ber kuştina û teşwîka kuştinê dabû. Herdu bersûcên temenê wan 23 û 31 salî ne, wê bi biryara Dadgeha Eyaletê ya Oldenburgê ji girtîgehê serbest werin berdan. Yek ji girtiyan wê 10 hezar û yê din jî wê 20 hezar Euro wekî sparde razîne. Herwiha herdu bersûc jî wê pasaporta xwe radestî polîs bikin û hefteyê du caran li qereqolê imzeyê bidin. Berdevkê dadgehê Michael Herrmann derbarê biryarê de wiha axivî: “Dadgeh di wê baweriyê de ye ku ji ber van şertên hatine girêdan metirsiya pêşiya reva bersûcan hatiye girtin.“ Serbestberdana girtiyan girêdayî spardeya hatiye destnîşankirin û radestkirina pasaportên wan hatiye kirin. 

Dozgerî gumanê şerê ji ber madeyên hişbir dike

Li gor agahdariyan di navde ciwanê hatî kuştin jî, her 5 beşdarên bûyerê bi eslê xwe ji gundê Bacinê ya bi ser Midyatê ya girêdayî Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ne. Temenê beşdarên bûyerê jî di navbera 17 û 34 salî de ye. Ji hêla din ve dozgerî di wê baweriyê de ye ku pevçûn ji ber nelihekirina bazara madeyên hişbir pêk hatiye û lêkolînên vê derbarê de jî didomin. 

Polîsên taybet alîkariya derûnî dabûn 

Berdevkê çapameniyê yê polîsê bajarê Oldenburgê Mathias Kutzner piştî bûyerê ji Rûdawê re diyar kiribû ku dema ew ji bûyerê hatine agahdarkirin, bi giştî 70 polîs çûne cihê bûyerê. Ji ber mezinbûna bûyerê wan alîkarî ji polîsên derdorê jî xwestine. Herwiha polîs lijneyeke taybet ya lêkolîna bûyerê bi navê “Distel“ damzirandibû. Ji hêla din ve di heman şeva bûyerê de dema birîndar rakirin nexweşxaneyê, derdora 80 xizmên birîndaran li ber nexweşxaneyê kom bûbûn û li devê nexweşxaneyê ti bûyer di navbera kesên li wir kom bûbûn de derneketibûn. Herwiha polîsên ku civaka Kurd a êzdî ji nêz va nas dikin hewil dabûn ku alîkariya derûnî ya xizmên birîndaran bikin.

Foto: http://www.ndr.de/regional/niedersachsen/oldenburg/zehnfachmutter105_v-contentgross.jpg



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst