Li Wanê bi hinceta PKKyê 13 kes hatin desteserkirin

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Wan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta PKKyê 13 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 1-8ê Çiriya Pêşîn de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” çend “operasyon” hatine kirin.

Li Wanê di navbera 1-8ê Cotmehê de di “operasyonên” cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 13 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta “PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst