Êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê

09-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê HSD Amerîka Navçeya Dijefirîn
A+ A-

Tirkiyê îro piştî nîvro êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêkirina êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Di destpêkê de balafirên Tirkiyê çend cih li Serê Kaniyê û Girê Spî bombebaran kirin.

Herwiha topxaneyên artêşa Tirkiyê çend cih li Dêrikê û rojhilatê Qamişloyê topbaran kirin.

Zanyariyên herî dawî li ser êrîşê:

Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa bejayî kir

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku wan êrişa bejayî dane destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, artêşa wî welatî li gel çekdarên opozîsyona Sûriyê, bo ser Rojavayê Kurdistanê êrişa bejayî dane destpêkirin.

Li gor medya wî leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê ji 4 xalan ve ketine nav sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Trump: Em piştevaniya êrişa Tirkiyê nakin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku ew piştevaniya êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava nakin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Îro Tirkiyê ku endama NATOyê ye, Sûriye dagir kir. Amerîka piştevaniya wê êrişê nake û me bi zelalî ji Tirkiyê re gotiye ku ew operasyon fikreke xirap e."

Trump amaje bi wê jî kir, Tirkiyê soz daye wan ku xelkê sivîl û pêkhateyên ayînî ku Xrîstiyan jî di nav de biparêze û qet qeyraneke aborî rû nede.

5 sivîlan canê xwe ji dest da û 9 kes jî birînda bûn

 

Peyamnêra Rûdawê li Qamişloyê Vîviyan Fettah ragihand ku artêşa Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo topbaran kir. Di encama êrişên artêşa Tirkiyê heta niha 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.

Vîviyan Fettah aşkere kir ku artêşa Tirkiyê heta niha 12 caran navenda bajêr topbaran kiriye.

Peyamnêra Rûdawê ragihand ku artêşa Tirkiyê, taxa Hîlaliye li rojavayê Qamişlo û Amûdê topbaran kir.

Ji Ekrem Îmamoglu peyama piştgiriya ji bo êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser hesaba xwe ya Twîtterê, piştiriya xwe ji êrişa artêşa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê re nîşan da.

Ekrem Îmamoglu dibêje: “Bi boneya destpêkirina operasyona Kaniya Aştiyê dil û aqilê me  li herêmê ye. Tekane daxwaza me ew e ku aştî û aramî li herêmê serwer bibe. Em her tim ligel hêzên xwe yên çekdar in û diayên me bo leşkerên me ne.”

Fransa, Brîtanya û Almanya daxwaza civîna Encûmena Asayişê dikin

Derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê hêzên navdewletî jî helwestên xwe aşkere kirin û bertek nîşanî wê êrişa Tirkiyê dan.

Wezîra Fransayê li Yekitiya Ewropayê, Ameile de Montchalîn ragihand ku Fransa, Brîtanya û Almanya ji bo gotûbêjkirina êrişa Tirkiyê ya li ser Rojava, daxwaza kombûnê ji Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî (NY) kir.

Wê wezîra Fransî aşkere kir ku ew dê deklarasyoneke ku Tirkiyê ji ber wê êrişê bi tundî şermezar dike, belav bikin.

Komîsyona Ewropayê: Bila Tirkiye êrîşê rawestîne

Serokê Komîsyona Ewropayê Jean Claude Juncker, bang li Tirkiyê kir wê êrişê rawestîne û got, “Eger plana Tirkiyê avakirina navçeyeke aram be, bila li benda alîkariyeke darayî ya Yekitiya Ewropa ji bo wê deverê nebe.”

CHPê û MHPê piştgirî dan êrîşa ser Rojava

Li aliyê din serokên partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê jî piştevaniya xwe ji êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê re anîn ziman.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesaba xwe ya Twîtterê, hêviya xwe derbirî ku artêşa Tirkiyê bi awayekî serkeftî operasyonê bibe serî.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî derbarê êrişa Tirkiyê de bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Artêşa me derketiye sefereke pîroz” û ragihand ku ew bi partiya xwe ve piştevanên wê êrişê ne.

HSD bersiv dide êrîşa Tirkiyê

Medyaya nêzîkî HSDê ragihand, ku piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser çend bajar û deverên Rojavayê Kurdistanê, şervanên Hêzên Sûriya Demorkat (HSD) jî li ser xeta sînor bersiv dan êrîşên hêzên Tirkiyê.

Li gor agahiyan, şervanan li herêmên Dêrik û Qamişloyê û herwiha li Girê Spî û Serê Kaniyê bersiva êrişên artêşa Tirkiyê dane.

ragihand, ku di encama êrişa Tirkiyê hejmareke xelkê sivîl bûne qurbanî.

Balafir û topxaneyên Tirkiyê çend dever bombeberan kirin

 

Bi destpêkirina êrişê, liv û tevgera leşkerî jî li herêmê zêde bûye û li gor zanyariyan firokeyên şer ên Tirkiyê li asmanî gundê Mişrafa yê ser bi Serê Kaniyê ve digerin.

Li gor zanyariyên nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fettah, firokeyên Tirkiyê binkeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li devera Serê Kaniyê bombebaran kirine û dengê teqînan ji herêmê bilind dibe.

Li gor nûçegihana me depoyên çekan ên YPGê ji aliyê firokeyên Tirkiyê armanc hatine girtin.

Herwiha li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê, firokeyên Tirkiyê gundê Sefih ku dikeve rojavê bajarokê Serê Kaniyê ve, bomberan kirin. Li gor agahiyan, firokeyên Tirkiyê 5 binke li devera Serê Kaniyê bombebaran kirine.

Peyamnêra Rûdawê li Qamîşloyê, Rengîn Şero diyar kir, topxaneya artêşa Tirkiyê gundê Sê Girka ku li 3 kîlometreyan rojhilatê bajarê Qamîşloyê topbaran kirin.

Erdogan destpêkirina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê ragihand

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêkirina êrîşa bo ser Rojava ragihand. Erdogan diyar kir, artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê bi hev re operasyon dane destpêkirin.

Serokomarê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê, bi awayekî fermî destpêkirina operasyona bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Li gor daxuyaniyên Erdogan bi wê êrişa ku navê wê, ‘Kaniya Aştiyê’ hatiye danîn, Tirkiye dê ‘navçeya aram’ ava bike û koçberan vegerîne wê deverê.

Erdogan di dewama daxuyaniya xwe de dibêje, “Armanca me ew e wê korîdora terorê ku hewl tê dayîn li sînorê me yê başur ava bikin, ji nav bibin û aramî û aştiyê bo navçeyê bînin."

Pirsgirêka Tirkiyê û Rojava

Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku hêza sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk tîne, weke baskên PKKê li Sûriyê dibîne û wê weke rêxistineke terorîstî bi nav dike, lê belê YPG vê yekê red dike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, îro di daxuyaniyên cuda bang li Amerîka û civaka navdewletî kiribûn, ku rê li ber êrîşa Tirkiyê bigirin.

Yekşemiya vê heftiyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de behsa rewşa Sûriyê û meseleya avakirina navçeya aram li nav axa Rojavayê Kurdistanê kiribûn. Trump di vê pêwendiyê de glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistibû, ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Ev nûçe bi berdewamî tê nûkirin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst