Dêrezor bû cihê xemên giran: Ji heman malbatê 4 kes hatin kuştin

09-08-2024
Nîşan Çekdar Dêrezor Êriş HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişa komên çekdar ên Hikûmeta Sûriyeyê de ji heman malbatê 2 zarok û dayîk û bavê wan şehîd ketin.

Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê ji şeva çarşemê heta sibeha pêncşemê êrişî çend deverên cuda yên Dêrezorê kir.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiv da êrişan û çekdar neçar man vekişin.

Çekdaran şeva borî careke din bi topan êrişî rojhilatê Dêrezorê kir.

Komên çekdar ên Hîkûmeta Sûriyeyê îro saet derdora 02:30î de bi topên obusan êrişî gundên El-Dehla û Cedîde Begarayê yên li rojhilatê Dêrezorê kir.

HSDyê ragihand ku di van topbaranan de heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.

Ji heman malbatê 4 kes şehîd ketin

Li gorî nûçeya ANHAyê, di êrişa li ser gundê El-Dehlayê de ji heman malbatê 4 kes şehîd ketin.

Li gorî agahiyan, di êrişan de zarokên bi navê Mariya Yasîn El-Zeer (12), Istebreq Yasîn El-Zeer (5), dayîka wan Nadîn Selîc El-Ibêd (22) û bavê wan Yasir Yasîn El-Zeer (37) şehîd ketine.

Dîsa li gorî daxuyaniya HSDyê piraniya kuştiyan zarok in û pitik jî di nav wan de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst