Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm kir.
Di hevdîtinekê de, Mesûd Barzanî û Fûad Mehsûm behsa pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û êrîşa çkedarên DAIŞê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê û şerê Hêzên Pêşmerge li dijî wan kirin.
Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di vê barê de ji serokomarê Iraqê re gotiye: “Em ne rûbirûyê rêxistinek terrorîst dibin, lê belê em şer ligel dewleteke terrorîst ya pirçek dikin, ku li dijî hemû cor pirensîpên mirovî ye.”
Ji aliyê xwe Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm tekez li ser wê yekê kir ku, ew kar li ser jihevnêzîk bûna aliyên siyasî yên Iraqê dike û dilxwaze bo parastina berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê.
Herwiha her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku, ji bo parastina ezmûna demokrasiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê, pêwîste hemû aliyek karînên xwe yên mirovî û siyasî bikar bînin “Ji ber ku DAIŞ metirsiyeke giştî ye li ser Kurdistan û Iraqê û hemû navçeyê û cîhanê”, li gor ku malpera Serkatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye.
Ji aliyek din ve, Barzanî û Mehsûm, helwesta Amerîka, Ewropa û welatên herêmê di dijatîkirina DAIŞê û parastina Herêma Kurdistanê de, bi bilind nirxandin.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî hêviya serkeftinê di erk û kar de ji Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm re xwest.



