Prof. Cenap Ekîncî: Amûra ‘Tirêja Tirk’ bi tenê li Amedê hatiye bikaranîn

09-07-2024
RÛDAW
Prof. Dr. Cenap Ekîncî \ Wêne Rûdaw Grafîk
Prof. Dr. Cenap Ekîncî \ Wêne Rûdaw Grafîk
Nîşan Prof Dr. Cenap Ekîncî Vîrusa Koronayê Wezareta Karên Naxwe ya Tirkiyeyê Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê Amed Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Cenap Ekîncî ragihand ku amûra bi navê “Tîrêja Tirk” bêyî ku ji aliyê zanistî ve were pesendkirin bi tenê li Amedê hat bikaranîn.

Prof. Dr. Cenap Ekîncî beriya bi çend rojan li ser hesabê xwe yê Xê bi sernavê “Kê xelkê Amedê wekî kobay bi kar anî” rêze nivîsek belav kir.

Ekîncî gotibû,“27ê Hezîrana 2020î balafirekê li Balafirgeha Amedê danî ku xebera parêzgariyê jê hebû.

Di balafirê de 5 kesên ji sektora tenduristiyê ku profesorekî navdar ê singê hebû û herwiha 2 kes jî sivîl bûn.

Parêzgariyê pêşwaziya vê tîmê kir û yekser çûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê û li wê derê Rêvebirê Saziya Tenduristiyî ya Amedê C.T. û Serbijîşkê Nexweşxaneyê E.B. ew pêşwazî kirin.

Armanca vê tîmê ew bû amûreke ku vîrûsa Covid 19ê di nav xwînê de bêyî bikaranîna derman çareser dikir bifroşin Wezareta Tenduristiyê.”

Dr. Cenap Ekîncî beşdarî Bultena Bakur a Rûdawê bû ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Dr. Cenap Ekîncî amaje bi wê yekê kir ku amûra bi navê “Tîrêja Tirk” ji aliyê zanistî ve di pişkînînê re derbas nebûbû lê ew amûr bi awayekî ne yasayî li Amedê hat bikaranîn.

“Ev amûr li ser Kurdan hatiye ceribandin”

Dr. Cenap Ekcîncî eşkere kir ku Kurd wekî “kobay” hatine bikaranîn û wiha got:

“Em bi başî nizanin bê ka destûr ji Wezareta Tenduristiyê hatiye standin an na. Hinek delîl û amar hene ku em bibêjin destûra wan hebûye yan jî nebûye.

Piştî bikaranîna wê amûrê berpirsê wê tîmê ji medyayê re eşkere kiribû ku ew li ser dawetiyeya Serokê Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û Muduriyeta Tenduristiya Amedê çûne û cara yekem wan ew amûr bi kar anîne.

Em ji van gotinan fam dikin ku haya Wezareta Tenduristiyê haya Enqereyê ji meseleyê nîne.

Ez wisa guman dikim ku nîne, eger hebe ev problemeke gelekî mezintir e.

Ev amûr li se Kurdan li ser xelkê Amedê hatiye bikaranîn û zerer jê dîtine û amûra tîrêjên ultraviyole ye.

Ev cîhaz li ti deverê nehatiye bikaranîn, pêvajoya zanistî û akademîk a vê cihazê bi dawî nebûye.

Belgeya wê nîne, tasdîqa wê nîne Komîsyona Parlamentoyê, ti endamekî Komîsyona Zanistê ew cihaz pesend nekiriye.”

“Mesele digihê Wezîrê Karên Navxwe yê berê”

Prof. Dr. Cenap Ekîncî eşkere kir ku ev karê hatiye kirin karekî tarî ye û wiha berdewwam kir:

“Divê were îsbatkirin ku bê kê destûr daye van kesan werin Amedê û vî karî li dijî xelkê me bikin.

Ev karekî gelekî kûr û tarî ye, armanca serekî bazirganî û xapandina xelkê ye.

Çima amûr li Amedê hat bikaraîn?! Çima Amûr li ser Kurdan hat bikaranîn?! Dibêjin, `çûnke xwediyê Amedê nîne, ti kesek hesab ji me napirse xwîna Kurdan erzan e, jixwe Kurd dimirin’ em îro wî hesabî ji wan dipirsin.

Em ji wan natirsin. Gelek kesên di nava dewletê de di nava vî karî de ne.

Bêyî ku destûrê ji malbatan bixwazin ew amûr li ser nexwaşan bi kar anîne.

Wê demê nexweş bêyî malbatên wan jî dihatin veşartin ti kesî ti tişt nedipirsî. Em îro dipirsin.

Min çend caran mesele di rûpela xwe de anî rojevê.

Min gelekî behs kir, jixwe ew kesên amûr bi kar anîn derketin medyayê.

Wê demê rewşa siyasî ya Tirkiyeyê zêde ne musaîd bû lê aniha hinekî guherîn heye.

Ev mesele digihê wezîrên berê. Meselê Wezîrê Karên Navxwe yê berê û ew kesên dixwastin amûrê bifiroşin Wezareta Tenduristiyê merivên Wezîrê Karên Navxwe yê berê bûn.”

Li aliy din, Odeya Pizîşkan a Amedê li ser gotinên Prof. Dr. Cenap Ekinci daxuyaniyek belav kir.

Odeya Pizîşkan a Amedê diyar kir ku dema ew amûr hate bikaranîn jî ew tevî rêxistinên pîşeyî yên kerta tenduristiyê li dij derketine û aniha cidî werdigrin û dixwazin raya giştî were agahdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst