Li Îzmîrê 33 koçber hatin desteserkirin

09-07-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Seferîhîsarê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê 33 koçber hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê derbarê mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li peravên navçeya Seferîhîsarê ya Îzmîrê di belemeke lastîkî de 33 koçberên ku dixwestin di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bibin hatine desteserkirin.

Ji 33 koçberên ku hatine desteserkirin 10 ji wan zarok in.

Hêzên ewlehiyê piştî rêkarên destpêkê koçberên desteserkirî birin Navenda Koçê ya Îzmîrê.

Ev didemekê de ye, piraniya koçberên ku tên desteserkirin Rêveberiya Koçê ya Tirkiyeyê wan vedigerîne welatê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst