Li Kirmaşanê Festîvala Navdewletî ya Hespên Kurdî hat lidarxistin

09-07-2023
RÛDAW
Li Kirmaşanê Festîvala Navdewletî ya Hespên Kurdî hat lidarxistin
Li Kirmaşanê Festîvala Navdewletî ya Hespên Kurdî hat lidarxistin
Nîşan Festîvala Navdewletî ya Hespên Kurdî Kirmaşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê 100 hesp di Festîvala Navdewletî ya Hespên Kurdî de ku 2 rojan li Yarîgeha Şoreşa Kirmaşanê birêve çû hatin nîşandan. Li gor amaran li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 10 hezar hespên Kurdî hene.

Hespên Kurdî bi giranî li Kirmaşanê tên xwedîkirin lê li Sine, Urmiye û Loristanê û li hin parêzgehên Îranê jî tên dîtin. Hespê Kurdî li Îranê hatiye tomarkirin û niha berpirs hewla tomarkirina wê li seranserî cîhanê didin da ku rê li ber windabûna wê bigirin û pêş bixin lê ev yek pêwîstî bi alîkariya Herêma Kurdistanê jî heye.

Serokê Desteya Siwarçakên Kirmaşanê Star Elmasî got, “Em li bendê ne ku li welatê cîran Herêma Kurdistanê piştî ku hespên Kurdî li ser navê wan hat tomarkirin em bi hev re bikaribin bi navê Kirmaşanê ku cihê resen ê hespên Kurdî ye vê mîrateya kevnar li ser asta cîhanê jî tomar bikin.”

Şandeke veberhênerên Herêma Kurdistanê jî di festîvalê de amade bûn û rêkeftin di navbera şandê û parêzgeha Kirmaşanê de hat kirin ku bazareke hevbeş a hespên Kurdî di navbera Kirmaşanê û Helebceyê de were vekirin.

Serokê Desteya Siwarçakên Kirmaşanê Star Elmasî anî ziman, “Ji bo piştgiriya xwedî û hilberînerên hespên Kurdî û hespên din ên Îranê, em ê yekem navenda firotina hespên Kurdî li bazara Perwêzxanê vekin.”

Tevî xebatên parastina hespên Kurdî metirsî jî li ser wan heye. Endamê Encûmena Pîşeyî ya Xwediyên Hespên Kurd yê Kirmaşanê Cîhanbexş Şukrî di payiza borî de gotibû, hespên Kurdî bi rêya delalan û bi awayekî neqanûnî ji bo derve tên birin lê ev yek ji aliyekî ve zirarê dide markeya hespên Kurdî û ji aliyê din ve jî zirarê dide genetîka hespan.

Cîhanbexş Şukrî diyar kir lêçûna ragirtin û xwedîkirina hespên Kurdî gelekî buha bûye û hewl didin bi rêya hinardekirinê beşeke xerciyan werbigirin.

Hespên Kurdî bi hêzî, aramî, edetên xweş, hişyarî û çavên xwe yên geş tên naskirin. Rayedar hêvî dikin ku hespên Kurdî bibe faktorek ji bo pêşketina parêzgeha Kirmaşanê. Ev yek û hewlên ji bo parastina hespên Kurdî sedemên sereke yên lidarxistina vê festîvalê ne ku rojekê di asteke gelekî berfirehtir de were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst