Reqa - Rêveberiya Xweser 'Pira Biratiya Gelan' vekir

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Pira Biratiya Gelan Rêqa Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Reqayê nûjenkirina Pira Reşîd a dîrokî bi dawî kir û pir bi navê navê “Pira Biratiya Gelan” hat vekirin.

Girseyekê xelkê bajêr jî di vekirina Pira Biratiya Gelan de amade bûn.

Pir dema şerê li dijî DAIŞê de herifîbû. Pir ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat nûjenkirin.

Ev pir her du aliyên bajarê Reqayê bi hev ve girê dide û herwiha Herêma Bakurrojhilatê Sûriyeyê bi navçeyên Hikûmeta Sûriyeyê ve girê dide. 

Di merasîma vekirina pirê de, Hevserokê Desteya Rêveberiyên Xwecihî Cîhad Omer ragihand ku tevahiya karê nûjenkirinê pirê bi destên tîmên Rêveberiya Xwecihî ve hatin kirin.

“Em piran di navbera Sûriyeyan de ava dikin”

Cîhad Omer bangî li Hikûmeta Sûriyeyê jî kir û wiha got:

“Me bi îmkanên kêm lê bi aqil û dilên mezin kar kir.

Ev pir hat avakirin bi zend û bend û aqilên Sûriyeyî yên niştimanper ku ji bajar û welatê xwe hez dikin.

Divê hûn xelkê Reqayê vê pirê biparêzin. Yên ku em bi cudakariyê tohmetbar dikirin.

Em niha ji wan re dibêjin ku em piran di navbera Herêma Rêveberiya Xweser û hemû parêzgehên Sûriyeyê de ava dikin.

Em dixwazin ev pir bibin destpêka piran di navbera aqil û dilên Sûriyeyiyan de.”

Piştî 10 salan ji ragihandina rêxistina DAIŞê li Reqayê û di heman roja destpêkirina operasyona kontrolkirina Reqayê ji aliyê HSDyê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Pira el-Reşîd careke din hat vekirin.

Karê çakirina pirê di Çiriya Paşîna 2022yan de dest pê kiribû û 19 mehan berdewam kiribû.

Parêzgeha Reqayê yek ji parêzgehên girîng ê Rêveberiya Xweser e.

Li Reqayê ji bilî Kurdan gelek eşîrên Ereb jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst