Hewlêr (Rûdaw) – Karwanekî din ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ber bi rojhilatê Feratê ve dest bi vekişînê kir.
Karwanê duyemîn ê hêzên leşkerî yên HSDyê îro ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derketin û ber bi rojhilatê Feratê ve ketin rê.
Hêzên HSDyê di çarçoveya benda 6an a peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û desthilata Şamê de, tevî çekên xwe ji her du taxan vedikişin.
Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 1ê Nîsana 2025an bi desthilata Şamê re peymanek ji 14 xalan pêk tê îmze kir.
Heta niha çend bend ji wê peymanê hatine bicihkirin.
3yê Nîsanê di çarçoveya peymanê de benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.
Her wiha 4ê Nîsanê jî karwana yekemîn a HSDyê ku ji nêzîkî 400 şervanan bû, bi hemû alavên xwe yên leşkerî derbasî rojhilatê Feratê bû.
🔴 Karwanê duyem ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ber bi rojhilatê Feratê ve dest bi vekişînê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 9, 2025
🔴 HSD di çarçoveya peymana Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û desthilata Şamê de tevî çekên xwe ji her du taxan vedikişin#Rojava pic.twitter.com/kzsClIxE0I
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse