Li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur hat dayîn

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Lehî Baran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo hin bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û teyrokê da.

Li gorî daxuyaniya meteorolojiyê li dora Erzirom, Çewlîg, Mûş û Agiriyê û bakurê Amedê barana gur û teyrok tê payîn.

Xelkê wan bajaran hatin hişyarkirin ku li hemberî lehî, rabûna avê, birûsk û bahozê baldar û tedbîrên pêwîst wergirin

Li Qersê ji ber lehiyê xanî û axuran xisar dît

Li aliyê din, li navçeya Zarûşadê ya Qersê piştî barana gur lehî rabû û hin xanî û axuran xisar dît.

Di lehiya ku amûrên çandiniyê jî ixsar dîtin de xelkê hewl da ku avê biavêjin..

Li herêmê bandora barana gur dewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst