MÊRDÎN - Xaniyê ku brûskê lê da bi temamî şewitî

09-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Brûsk Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê brûskê li xaniyekî da û xanî bi temamî şewitî.

Li gorî zanyariyan îro li taxa Hamzabeyê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê brûskê li xaniyekê da.

Piştî lêdana brûskê agir bi wî xaniyî ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û agir temirand.

Di bûyerê de xanî û tiştên di nav de bi temamî şewitîn.

Hat ragihandin ku dema ku birûskê li xanî xist, kes tê de nebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst