Dr. Ferîd Sedûn: Em dixwazin Serok Barzanî bibînin, gelek tiştên girîng hene ku em jê re bibêjin

8 demjimêr berê
Dibixwîn Dara û Dr. Ferîd Sedûn\ Wêne û vîdeo\ Rûdaw
Dibixwîn Dara û Dr. Ferîd Sedûn\ Wêne û vîdeo\ Rûdaw
Nîşan Dr. Ferîd Sedûn Mezlûm Ebdî Ehmed Şer PYNK ENKS Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn diyar kir ku ew dixwazin Serok Mesûd Barzanî bibînin da ku gelek tiştên girîng jê re bibêjin.

Akademîsyen Ferîd Sedûn bû mêvanê Rûdawê û diyar kir ku Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (Ehmed Şer) civiyane.

Dr. Ferîd Sedûn beriya bi çend rojan bi Mezlûm Ebdî re civiya û derbarê civîna xwe ya bi Mezlûm Ebdî û rewşa Rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara.

“Mezlûm Ebdî karekî hestiyar dike”

Ferîd Sedûn li ser hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re got:

“Hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re gelekî girîng û balkêş bû. HSD û fermandarên ji bo parastina herêmê û çareserkirina pirsgirêkên bi Şamê û Tirkiyeyê re dixebitin.

Ew kar li ser medyayê nayên eşkerekirin. Ji destpêkê ve hevdîtin di navbera HSD û HTŞyê de hebûn da ku nakokî di navbera her du aliyan de dernekeve.

Mezlûm Ebdî karekî gelekî hestiyar dike.

HTŞyê jî di operasyona Helebê de diyar kiribû ku armanca wê rejima Beşa Esed e ne hêzên rojhilatê Firatê ne.

Her du alî jî naxwazin nakokî di navbera wan de pêk werin.”

“Mezlûm Ebdî şertên ENKSyê qebûlkirin”

Akademîsyen Sedûn behsa hevdîtina ENKS û Mezlûm Ebdî jî kir û wiha got:

“Hêzên Amerîka û Fransayê û gelek aliyan hewl da ku ENKS û PYNK dîsa dest bi diyalogê bikin û bi navbeynkariya wan Mezlûm Ebdî bi ENKSyê re civiya.

Şert û mercên ENKSyê yên ji bo destpêkirina diyaloga aliyên Kurdî- Kurdî hebûn û piraniya şertên ENKSyê ji aliyê Mezlûm Ebdî jî hatin qebûlkirin.

Girtiyên ENKSyê yên di girtîgehan de hatin berdan û ew daxwaza ENKSyê ya derketina hêzên PKKyê yên ji Rojavayê Kurdistanê jî tê dûbarekirin.

Ev şert ji aliyê Tirkiyeyê jî ve tê dubarekirin lê ev yek ne hêsan e, ew hatine herêmê û şer kirine şehîdên wan hene.

Em nikarin hema yekser bêjin der kerem bikin derkevin.

Tevî vê yekê jî General Mezlûm Ebdî dikarîbû derkeve ser ragihandinê ku bibêje HSD hêzêke niştimanî ya Sûriyeyê ye. “

Akademîsyen Ferîd Sedûn di beşekî din ê axaftina xwe de behsa hevdîtina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer kir û got:

“Li Koşka Serokkomariyê li Şamê hevdîtineke yekser di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de pêk hatibû.

Ev hevdîtin bi alîkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) pêk hatibû.

Ev hevdîtineke fermî bû û du kesên di asta serokatiyê pirsgirêkan gotûbêj dikin.

HTŞ dixwaze HSD jî bibe beşek ji hêza artêşa Sûriyeyê. HSD wê yekê qebûl nake ku çekên xwe dayîne û bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê.

HSD di serdema rejima berê jî de digot û niha jî dibêje ew dê wekî hêzêke taybet a Rojavayê Kurdistanê be.

HSD heta aniha wekî hêzeke rojhilatê Firatê tê qebûlkirin û heta niha şer û alozî di navber her du aliyan de nîne.

Danûstandinên navber aliyan berdewam dikin da ku pirsgirêk bên çareserkirin.

Hewl tê dayîn ku HSD hem girêdayî Wezareta Parastina Sûriyeyê be û lê hêza serekî ya Rojavayê Kurdistanê be.

Di hevdîtinên bi Fransî û Amerîkiyan re derbasbûna Pêşmergeyên Roj hatiye gotûbêjkirin.

Eger rêkeftineke di navber aliyan de pêk were Pêşmergeyên Roj dê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin lewre pêwîstî bi wan heye.

Pêşmergeyên Roj dê derbasî hêremeke taybet bibin da ku di navbera hêzên HSD û Tirkiyeyê de cih bigirin.

Li aliyê din wê Tirkiye jî razî bibe û dê ew tirsa wê ji ber sînorên wê nemîne ku digot metirsî heye PKK êrişî me bike.

Her du alî jî dê bên razîkirin û herêma me dê aram bibe.

ENKS û PYNKyê babeta Pêşmergeyên Roj bipaş ve dixistin lê îro roj pêwîst bi wan heye.

Ew kesên ji Rojavayê Kurdistanê ne. Mafê wan e vegerin welatê xwe û herêma xwe û axa biparêzin.”

“Serok Barzanî bavê ruhî yê Kurdan e”

Dr. Ferîd Sedûn banga wê yekê kir ku ew dixwazin Serok Mesûd Barzanî bibin û wiha got:

“Civaka Kurd civakeke rengîn e, wisa tê dîtin ku tenê aliyên siyasî nûnertiya Kurdan dikin û ev nêrîneke nerast e.

Civaka Kurdan ji kesên serbixwe, akademîsyên ji eşîran û kesên serbixwe û rûsipiyên  pêk tê.

Gelekî muhîm e ku îro ev hemû destê xwe bikin yek û pişthgiriyê bidin tevgera siyasî.

Em dîbînin ku cenabê Serok Mesûd Barzanî merciyeteke Kurdan e.

Bavêkî ruhî yê milletê Kurd e li her çar parçeyên Kurdistanê.

Wekî miletê Rojavayê Kurdistanê gelekî pêwîstiya me bi şîret û gotinên wî hene.

Heger civîn pê re çêbibe dê li kesên serbixwe jî guhdar bike dê li nerînên akademîsyen û pisporan guhdar bike.

Nêrînên bazirganan jî girîng in divê nêrîna hemû aliyan bê guhdarkirin.

Em ji Serok Barzanî dixwazin li kesên serbixwe û pispor ên Rojavayê Kurdistanê jî guhdar bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst