کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

kurdistan

Mistefa: Hewlêrê cemeda di navbera Enqere û Bexdayê de şkînand

RÛDAW

RÛDAW

09-01-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW09-01-2017

Nûçeyên Têkildar

Ceasefire: Li Sûriyeyê tolhildan û guhertina demografîk hene û divê pêkhate bên parastin
SÛRIYE24-11-2026

Ceasefire: Li Sûriyeyê tolhildan û guhertina demografîk hene û divê pêkhate bên parastin

Li hin taxên Amed û Rihayê bi rojan e elektrîk nîne
Kurdistan24-11-2026

Li hin taxên Amed û Rihayê bi rojan e elektrîk nîne

Holdînga Kadoogluyê: Navê Mizgefta Mîrekan dê wekî xwe bimîne
Kurdistan24-11-2026

Holdînga Kadoogluyê: Navê Mizgefta Mîrekan dê wekî xwe bimîne

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa diyar kir, ku Hewlêrê di asayîkirina pêwendiyên Enqere û Bexdayê de roleke erenî lîstiye.

Felah Mistefa got; “Serdana Serokwezîrê Tirkiyê ku hejmareke zêde yê wezaran ligel bû, serdanekî giring bû. Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên li gel Komara Tirkiyê pêş bixe û me dît ku heman daxwaz ji aliyê Tirkiyê ve jî heye.”

Mistefa destnîşan kir, di hevdîtinan de biryar hate dayîn, ku komîsyona pêwendiyan bê zindîkirin û di warên pêwîst de hevkarî û hemahengiya di navbera aliyan de bê pêşxistin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê daxuyand, ku di hevdîtinan de bi taybet derbarê mijara pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî de gotûbêj hatine kirin û got; “Biryara sazkirina korbendekî hate dayîn. Herdu alî dê hewl bidin pirsgirêk û astengiyên li pêşiya aborî û bazirganiyê ji holê rakin. Herjamreke zêde yê şîrketên tirkî li Herêma Kurdistanê hene, em dixwazin ew kar û hilberîna xwe zêdetir bikin. Komîsyona teknîkî ya hevbeş dê bicive û astengiyên li pêşiya van mijaran destnîşan bikin.”

Felah Mistefa diyar kir, ku dê di korbendê de dê astengiyên li pêşiya kompanyayên tirkî û kerta taybet jî bên gotûbêjkirin.

Li gorî gotina Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê di hevdîtinan de mijara enerjî û kerta tendurustiyê jî hatine rojevê.

Mistefa got, ku Herêma Kurdistanê di asayîkirina pêwendiyên Enqere û Bexdayê de roleke erenî lîst û got; “Me divê pêwendiyên me yên ligel welatên cîran baş be, herwiha me divê pêwendiyên Bexdayê jî ligel welatên cîran baş be. Me karî em cemeda navbera herdu aliyan de bişkînin.”

Derbarê hebûna PKK li Şingalê de jî Mistefa ragihand; “Ev mijar di hevdîtinên Bexda û Hewlêrê de hate rojevê. Hebûna PKKê ya li Şingalê ne yasayî ye û ev yek dibe sedema wê yekê ku ji nûve avakirina Şingalê jî dereng bikeve. Tirkiye dixwaze hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê bixwe vê mijarê çareser bikin û nehêlin PKK li wir bimîne. Bêguman ji bo ev mijar bi awayeke aştiyane û bê pirsgirêk bê çareserkirin, hikûmeta Herêma Kuridstanê di ligel Bexdayê, hevpeyamaniya navdewletî û aliyên pêwendîdar di nava danûstandinan de be.”

Pirsên