کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Stûnên Elektrîkê / Wêne: Torên medyaya civakî

Stûnên Elektrîkê / Wêne: Torên medyaya civakî

Kurdistan

Li hin taxên Amed û Rihayê bi rojan e elektrîk nîne

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Holdînga Kadoogluyê: Navê Mizgefta Mîrekan dê wekî xwe bimîne
Kurdistan24-11-2026

Holdînga Kadoogluyê: Navê Mizgefta Mîrekan dê wekî xwe bimîne

Piştî peyama Serok Barzanî, gaveke nû di têkiliyên PDK û YNKyê de
Kurdistan24-11-2026

Piştî peyama Serok Barzanî, gaveke nû di têkiliyên PDK û YNKyê de

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir
Kurdistan23-11-2026

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li 4 taxên navçeya Sûrê ya Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 hefte û li taxeke navçeya Heranê ya Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî 4 roj in elektrîk nîne.

Niştecihên wan herêman ji bo ku dengê xwe bigihînin rayedaran derketin kolanan û wan nerazîbûna xwe diyar kir.

Li 4 taxên gundê Ziyaretê 2 hefte ne elektrîk nîne

Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li 4 taxan 2 hefte ne elektrîk nîne.

Xwendekar û niştecihên wan taxan bi derketina kolanan nerazîbûna xwe nîşan didin.

Li 4 taxên gundê Ziyaretê yê Sûrê 2 hefte ne elektrîk tune û ji ber vê yekê xwendekar jî nikarin bi rêkûpêkî herin dibistanê.

Xwendekarên herêmê ji bo ku dengê xwe bigihînin rayedaran derketin kolanan û wan nerazîbûna xwe nîşan da.

Hat zanîn ku Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayayê piştî nerazîbûna xwendekaran mijar gihandiye Parlamentoya Tirkiyeyê.

Li Heranê diyalîz û paqijî bi zehmetî tên kirin

Li navçeya Heranê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî li taxekê 4 roj in elektrîk nîne.

Niştecihên wê taxê derketin kolanan û wan nerazîbûna xwe diyar kir.

Li gorî gotina şêniyên herêmê, li taxa Minareya Biçûk a Heranê 4 roj in elektrîk nîne.

Niştecih dibêjin ku li taxê nexweşên diyalîzê hene ku berdewam pêdiviya wan bi amûrên elektrîkê heye.

Li gorî niştecihan, ji ber nebûna elektrîkê ew nikarin pêdiviyên xwe yên paqijiyê yên rojane bi cih bînin.

Her wiha şênî dibêjin ku li aliyekî rê elektrîk heye lê li aliyê din nîne.

Niştecihên taxê amaje pê dikin ku wan gazindên xwe gihandine rayedar û siyasetmedaran lê ti kes lê xwedî nederketiye.

Pirsên