Endamê HDPyê: ‘Asayîşê em ji Hewlêrê derxistin’

08-11-2024
Nîşan HDP Hewlêr Asayîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Nûnertiya HDPyê Hikmet Hatîb got, “Asayîşê em 4 endamên HPDyê yên Başûrê Kurdistanê ji Hewlêrê derxistin.”

Hinek endamên endamên Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Başûrê Kurdistanê got ku Asayîşê ew ji Hewlêrê derxistine û şandine Silêmaniyê.

Li gorî nûçeya ANFyê, Nûnertiya HDPyê li Parka Azadiyê ya Silêmaniyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.

Endamê Nûnertiya HDPyê Newzad Coşkun got, “Mixabin du roj beriya niha çar endamên nûnertiya HDPyê ya Başûr ji Hewlêrê derxistin.

Em li vê derê hişyariyê didin PDKyê ku careke din mirovên welatparêz, têkoşer û xwedîkeramet ji Hewlêrê dernexe.

Em serê xwe li ber van pêkanînên PDKyê natewînin.

Em ducare dikin Kurdistan welatê Kurdan e û hemû Kurd xwediyên vê xakê ne, kesek nikare Kurdekî ji bajarekî Kurdan derxe.”

Piştre Endamê Nûnertiya HDPyê Hikmet Hatîb axivî û got:

“Asayîşa PDKyê 6ê Çiriya Paşîn bangî me 4 endamên HDPya Başûrê Kurdistanê kir.

Dosyayên me wergirtin û piştre 26 çekdaran em xistin nava du wesayîtan.

Em kirin du kom û komek me li Simaqolê û komek jî li Dêgele anîn xwarê.

Wan ji me re got, ‘Herin, cihê we li Hewlêrê nîne. Herin Silêmaniyê’.

Me gelek caran ji wan pirsî bê ma sedem çi ye lê wan ti bersiv neda me.”

Hikmet Hatib diyar kir ku Nûnertiya HDPyê bi awayekî fermî li Başûr e û berdewam kir:

“Beriya niha jî em li gel berpirsên PDKyê runiştine û axivîne.

Em dixwazin ku ev pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin û em careke din vegerin Hewlêrê.

Malbatên me hene, kar û jiyana me li Hewlêrê ye. Têkildarî vê mijarê dê şandeyeke HDPyê were Başûrê Kurdistanê û li gel berpirsên PDKyê bicive.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir