Meletî - Otobus û mîdîbus li hev qelibîn: 25 birîndar

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Meletî Meletiya Kevin Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke şaredariyê û mînîbûsek li hev qelibîn, 25 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan vê êvarê li navçeya Meletiya Kevin a Meletiyê otobuseke şaredariyê û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn.

Di qezayê 25 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Meletiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst