Li Amedê Pêşangeha Ciwankariyê hat lidarxistin

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Beşdarên pêşangehê / Wêne: Rûdaw
Beşdarên pêşangehê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Pêşangeha Ciwankariyê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê Pêşangeha Ciwankarî û Kozmetîkê hat lidarxistin.

Pêşangeha ku beriya 3 rojan berdewam kir, bi amûrên herî nû yên teknolojiyê rastî eleqeyeke mezin hat.

Di pêşangehê de amûrên dijîtal ku ser û çavên mirov ciwan dikin û kîloyên mirovan ên zêde kêm dikin hatin nîşandan.

Di pêşangehê de, di nava 3 rojan de bi qasî 20 milyon dolarî amûr hatin firotin.

Birêvebirên pêşangehê ji rêjeya firotinê kêfxweş bûn.

"Ji sedî 99ê kompanyayan ji derveyî bajêr hatin"

Berpirsa pêşangehê Ulker Selvîler li ser pêşangehê wiha wiha axivî:

"Tiştê ku vê pêşangehê ji pêşangehên berê cudatir dike ev e, ji sedî 99ê kompanyayan ji derveyî bajêr hatine.

Ji Antalya, Stenbol, Sêwaz û Enqereyê hatine. Gelek ji wan jî cara yekemîn e ku têne Amedê."

Her amûrekê ji 20 hezar dolarî dest pê dike

Di pêşangehê de hin amûrên ku çilkên di laşê mirovan de bi temamî paqij dikin jî hatin pêşandan.

Heba yek amûrekê ji 20 hezar dolarî dest pê dike. Amûrên ku mûyên mirovan paqij diki, bi teknîka lazer û epîlasyonê asta bilind a teknolojiyê bi awayekî berbiçav nîşan dide.

Berpirsa kompanyayek amûrên ciwankariyê Ela Yurttaşê got: 

"Ev amûr tenê zemîna reş dibîne. Dema em li ser destê xwe bi kar tînin, bi tu awayî zirarê nade laşê me.

Derb nake, birîndar nake, xwîn nake. Ev amûr ji bo paqijkirina deqan û şaneyan jî gelekî serkeftî ye.

Di pêşangeha ciwankariyê de hosteyên ku karên sîmûlasyonê dikin jî bi performanseke zindî xwediyên salonên ciwankariyê perwerde kirin.

"Ji bo jin û mêran tiştekî xweşik çêkirine"

Xwediya Salona Ciwankariyê Bêrîvan Toprakê got:

"Em hatin. Ji bo pîrekan, ji bo zilaman tiştekî xweşik çêkirine. Ez her tim têm. Ez diçim Stenbolê jî."

Xwediya salona ciwankariyê Nazan Harmanê wiha anî ziman:

"Tiştên nû dema derdikeve dernakeve em diçin dikirin û tînin navenda xwe û bi kar tînin."

Di pêşangehê de ji xeynî amûrên teknîkî dermanên ciwankarî û delaliyê jî cih girtin.

Ji sabûnên fistiqan heta şampûanan, ji kremên tavê heta bînên cur bi cur li standan hatin nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst