Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyeyê, piraniya jêrxaneya navçeyên Rojavayê Kurdistanê hatine wêrankirin.
Di encama wan êrişan de, elektrîk, av, nan û pêdiviyên sereke yê jiyana rojane ya welatiyên sivîl gelekî bi zehmetî peyda dibin.
“Erişên Tirkiyeyê tên wateya jenosîd ê”
Ciwan Ebdulkerîm Siko Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî - Sûriye ku ser bi Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ve ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, vê rewşê nirxand.
Ciwan Ebdulkerîm Siko got, “Hem êrişên xwe berdewam dike ji bo miletê herêmê bêtir bikeve metirsî û astengiyan û herêm vala bibe.
Ew dibêjin `em dê saziyên xizmetguzariyê ji nav bibin ji bo birçîbûna miletê.` Ev jî tê wê wateyê ku wekî şerekî jenosîd e li ser gelê me tê meşandin.
Ji bo vê yekê jî tiştê ku ji me tê xwestin em karibin dengê xwe bigihînin cîhanê, dengê xwe bigihînin Rûsan, civaka navdewletî ku li pêşiya van êrişên hovane bisekinin û vî şerî bisekinînin.”
“Tirkiye dixwaze bi van êrişan herêmê vala bike”
Nafi Ebdula Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye (PDK-S)ê ku ser bi ENKSê ve ye, ji Rûdawê re behsa vê rewşê dike.
Nafi Ebdula wiha anî ziman, “Bandoreke mezin li Rojavayê Kurdistanê kiriye. Bi taybetî ew aramiya ku li herêmê heye jî wê têk here. Ji ber van êrişên hanê metirsiyekî di nav miletê herêmê de çêkiriye. Rewşa ku îro milet tê de ye meseleya hejariyê, bihabûna mazotê di van demên dawî de gelek êş û azaran bi xwe re anîn.
Ev êrişên hanê jî wî bibin sedemek ku xelkê me yê li deverê ji deverê derkeve û dever vala bibe.”
Rêveberiya Xweser ragihand ku di rojên 04 - 05 - 06 û 07ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de, artêşa Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê bi dronan zêdetirî 40 êrişên esmanî pêk anîn.
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser, di encama wan êrişan de, 15 kesan canên xwe ji dest daye, 8 ji wan sivîl in, û 10 birîndar bûne ku 8 ji wan jî sivîl in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse