WAN - DEM Partiyê ‘Sempozyûma Siberoja Cotkarî û Xizayê’ li dar xist

3 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
DEM Partiyê ‘Sempozyûma Siberoja Cotkarî û Xizayê’ li dar xist/Wêne: Rûdaw Grafîk
DEM Partiyê ‘Sempozyûma Siberoja Cotkarî û Xizayê’ li dar xist/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Sempozyûma Siberoja Cotkarî û Xizayê Wan DEM Partî
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li bajarên Bakurê Kurdistanê her sal nîqaş û gotûbêj li ser pirsgirêkên çandinê û ajeldariyê tên kirin.

Heta niha jî li gelek bajaran ava pêwîst û jêrxaneyeke cidî nîne.

Li gorî DEM Partiyê jî Hikûmeta Tirkiyeyê di mijara alîkariya cotkaran de ferq û cudahiyê di navbera bajêr û herêman de dike.

Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya DEM Partiyê li bajarê Wanê “Sempozyûma Siberoja Cotkarî û Xizayê” encam da.

Di sempozyûmê de gotûbêj li ser rêyên çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya cotkarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Parlementerê DEM Partiyê Sezaî Temellî got:

“Pirsgirêk helwesta dewletê bi xwe ye. Pirsgirêka sereke nêrîna dewletê ya çewt a li hemberî Kurdan e.

Tiştekî gelek zelalî heye, her çend înkar jî bikin, desthilat û hevalbendên wê Kurdan di asta duyem de dibînin.

Ev yek bi xwe bi serê xwe nijadperestî û neyarî ye.”

Li gelek şaredariyên Tirkiyeyê encûmenên çandinî û ajeldariyê hene lê bi gotina berpirsên DEM Partiyê Hikûmeta Tirkiyeyê di mijara piştirgirîkirina cotkar û ajeldaran de di navbera herêman de ferq û cudahiyê dike.

“Alîkarî bi giştî kêm in”

Parlamenterê berê yê DEM Partiyê Ridvan Turan jî da zanîn:

“Wekî hûn dizanin banka parêzgehan alîkariyê dide şaredariyan lê dema şaredarî ji partiya me be, alîkariyê kêm dikin, ji xwe alîkarî bi giştî kêm in.”

Ji bo cotkar û ajeldaran pirsgirêka sereke mijara avê ye.

Li gorî endazyarekî çandiniyê li Wanê heta niha jêrxaneya cidî ya avdanê nehatiye ava kirin.

Endazyarê Şaredariya Wanê Mehmet Şah Çoşkun jî anî ziman:

“Li herêma xwe em nikarin avê bi başî biparêzin.

Em serfa avê li gorî pîvanan nakin, eger sîstema baranê were avakirin wê demê em dikarin pirsgirêkên avê jî çareser bikin.”

Di sempozyûma DEM Partiyê ya derbarê cotkar û ajeldaran de ji derveyî Wanê jî endazyar û şarezayên mijarê amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst