Dê, bav û birayên Narînê hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Piştî 19 rojan termê Narîn Gurana 8 salî  hat dîtin / Wêne: Rûdaw
Piştî 19 rojan termê Narîn Gurana 8 salî hat dîtin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Narîn Guran Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Piştî 19 rojan termê Narîn Gurana 8 salî li newaleke av tê de ya nêzîkî gundê wê hat dîtin.

Piştî dîtina termê Narînê 3 dozgerên komarê hatin peywirdakirin û yekser dê, bav û birayên Narînê jî tê de 23 kes hatin desteserkirin.  

Li Newala Selîmiyê ya li ber gundê Çûliyê  navçeya Rezana Amedê  termê keçika 8 salî Narîn Gurana ku ev 19 roj in winda bû, ji aliyê cendirmeyan ve hat dîtin.

Piştî dîtina termê Narîna biçûk, Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu derket pêşberî rojnamevanan û ev agahî bi hemû cîhanê re parve kir.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu got:

“Li gorî agahiyên destpêkê Narîn Gurana wenda, piştî ku hatiye kuştin, ew xistine nava telîsek û anîne ber newalek.

Li vir li keviya newalê, bi telîsê re di nava avê de bi cih kirin. Bi kevir û şaxên daran jî ser wê girtin.

Bi vê yekê rengekî sirûştî dane wê deverê. Bi vî awayî xwestin tu kes ji wê derê ti şik û gumanê neke.”

Tîmên tenduristiyê termê Narîn Guranê ji bo otopsiyê bir Saziya Bijîşkî ya Amedê.

Bi demjimêran li ser lêkolîn kirin ka bi çi awayî û bi çi şêwazê hatiye kuştin.

Parêzerên Baroya Amedê jî li ber wê saziyê amade bûn.

“Narîn ji kû derê hat wira?”

Rêvebera Baroya Amedê Gewriye Atliyê jî got:

“Çawa yanî? Hemû dinya li gund bû. Ewqas esker li wir bû, ewqas cîhaz hebûn. Digotin em ser erdê, binê erdê digerin.

Ê Narîn ji ku hat wira? Yan jî heta niha Narîn li ku bû? Dereng man. Yan dereng man an tiştekî din qewimî. Niha di serê me hemûyan de guman heye.

Narîna biçûk ev 19 roj in ku di rojeva civakê de ye. Li ser zimanê zarokan, keç û xortan û jin û mêran e. Dîtina termê Narînê, hemû hêviyên civakê serobino kir.

Şêniyê Amedê Nûhat Ugurkan got:

“Îro şûnde qet nebe em dê çi bikin? Gerek em wê bifikirin. Em dê nikaribin zarokên xwe teslîmê birayê xwe bikin, bavê xwe bikin? Em dê çawa bikin?”

Xelka Amedê Fikriye Sertê jî got:

“Ev jî wekî qîza min e. Bawer bike ev 20 roj in em ji bo Narînê ranazên.”

“Em ditirsin dibe ku sibê ev tişt bê serê zarokên me jî”

Welatî Eylul Sertê jî wiha got:

“Em ditirsin yanî. Em ditirsin dibe ku sibê ev tişt bê serê zarokên me jî.”

Piştî dîtina termê Narîn Guranê, bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê alîkarek serdozgeriya komarê û 3 serdozgerên komarê ji bo lêkolîneke kûr û berfireh hatin peywirdarkirin.

Bi biryara dozgeran yekser dê, bav û bira, mam û pismam jî tê de 23 kes ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst