Asayîşa Herêma Kurdistanê: YNKyê Behzad Xusrewî radestî Îranê kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê YNK Behzad Xusrewî Îran HDK-Î
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê got, "YNKyê Behzad Xusrewî radestî Îranê kir û haya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji vê yekê nîne."

Endamê Hizba Demokrat a Kurdistanê - Îran (HDK-Î) Behzad Xusrewî 1ê Îlona 2024an radestî Îtlaata Îranê hatibû kirin.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser radestkirina Behzad Xusrewî daxuyaniyek belav kir û got:

"Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser navê Asayîşa Silêmaniyê û bi fermana Serokê YNKyê endamê Hizba Demokrat a Kurdistanê Behzad Xusrewî radestî Komara Îslamî ya Îranê kiriye û haya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji vê yekê nîne."

Di beşeke din a daxuyaniyê de Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand:

"Ev demek e Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê saziyên hikûmetê yên li Silêmaniyê bi biryara partiyê ve bi rê ve dibe.

Saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê ji kiryarên neyasayî yên serokê YNKyê û saziyên wan berpirs nînin."

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê doh li ser Behzad Xusrewî daxuyaniyek belav kiribû û tê de wiha gotibû:

"Behzad Xusrewî hefteya borî ji ber nebûna destûra rûniştinê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatibû desteserkirin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku mafê wî yê rûniştinê li Herêma Kurdistanê nîne û ti pêwendiya vê mijarê bi karê siyasî re nîne."

HDK-Î: Asayîşa Silêmaniyê endamekî me radestî Îranê kir

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistanê - Îran (HDK-Î) li ser radestkirina Behzad Xusrewî daxuyaniyek belav kir.

HDK-Îyê di daxuyaniya xwe de got, “Di du hefteyên borî de Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê li Slêmaniyê du caran gazî Behzad Xusrewî kiriye.

Cara duyemîn pîştî cend rojan desteserkirî ma wan ew radesî Îdareya Îtlaata Bajarê Sineyê kir.”

"Piştî şkenceyê hatiye radestkirin"

Behzad Xusrewî di sala 1987an de li Seqizê ji dayîk bûye û ji sala 2014an ve li Silêmaniyê dijîiya û daxwaza mafê penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî hebû.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hangawê, Bahzad Xusrewî kesekî astengdar bûye û “piştî şkenceyê” radestî saziyên ewlehiyê yên Îranê hatiye kirin.

1ê Îlona 2024ê Hêzên ewlehiyê yên Sineyê pêwendî bi birayê Behzad Xusrewî yê ku li Seqizê dijî re kir û jê re got ku Behzad li bajarê Sineyê hatiye girtin û dê wê sewqî dadgehê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst