Mesrûr Barzanî: Eger îrade hebe, çareserkirina pirsgirêkan hêsan e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Îraq Aborî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî ji şandeya aboriyê ya Îraqê re got, "Eger îrade hebe, çareserkirina pirsgirêkan hêsan e."

Civîna lijneya aboriyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê hat lidarxistin.

Di civînê de Alîkarê Serokwezîr û serokê şandeya aboriyê ya girêdayî Serokwezîriya Îraqê Fuad Husên, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û gelek wezîr û berpirsên pêwendîdar ên her du aliyan amade bûn.

Herwiha di civînê de her du alî li ser pirsgirêkên ku heta niha nehatine çareserkirin axivîn û tekezî li ser rêzgirtina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî got, “Eger xwestek û îradeya çareserkirinê hebe, çareserkirina pirsgirêkan hêsan e.

Divê rêzgirtina destûr û peymanan bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirêk û nakokiyan.”

"Divê hikûmeta federal bibe hikûmeta hemû herêm û parêzgehan"

Heriwha Serokêwezêrî Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got:

"Divê hikûmeta federal bi awayekî dadperwerane li hemû parçeyên Îraqê tevbigere û bibe hikûmeta hemû herêm û parêzgehan.

Çawa ku parastina mafên hemwelatiyên Besra û Bexdayê dike, divê bi heman awayî parastina mafên gelê Herêma Kurdistanê jî bike."

“Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye”

Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û wiha pê de çû:

"Divê rêz li sîstema federalî ya Herêma Kurdistanê bê girtin û di vê çarçoveyê de serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandkin ku Alîkarê Serokwezîr û Serokê Encûmena Serokweziriyê ya Îraqê ya ji bo karûbarên aboriyê li ser giringî û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên nehatine çareserkirin li ser bingeha destûrê hev ra bûn û “hatina vê şandeya bilind ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.”

Piştre komîteyên pêwendîdar ên her du aliyan bi awayekî cuda li ser mijaran civiyan û nîqaşên berfireh kirin.

Tê plankirin ku hevdîtin du rojan berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst