Derbarê kuştina Narîn Guranê 21 kes hatin desteserkirin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Amed Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derbarê kuştina Narîn Gurana 8 salî ya li Amedê bi kuştî hatî dîtin 21 kes hatin desteserkirin.

Termê Narîn Gurana 8 salî ku ji 21ê Tebaxê ve li Amedê winda bûbû, îro di nava telîsekî de li kêleka rûbarekî di binê keviran de hat dîtin.

Parêzgarê Amedê da zanîn ku Narîn hatiye kuştin û piştî ku hatiye kuştin, termê wê di telîsekî de li nav ava rûbar hatiye danîn û serê bi kevir û şaxên daran hatiye girtin da ku diyar nebe.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji bo 21 gumanbaran biryara desteserkirinê hatibû dayîn.

Hêzên ewlehiyê ew gumanbar desteser kirin.

Hat gotin ku di nava gumanbaran de hin kesên malbatê jî hene û li fermanderiya cendirmeyan kar û barên gumanbaran berdewam dike dewam dike.

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Narînê Guranê de 21 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst