Galeriya wêneyan

08-08-2016
14 Photos
Ferzîn Hesen

Hewlêr (Rûdaw) – Peykerên 120 jinên navdar ên Kurd li nav Bazara Down Town a Hewlêrê, ku bazareke taybet bi jinan e, hatin danîn.

 

Bazara Down Town yek ji bazarên modern ên bajarê Hewlêrê ye û di wan demên dawiî de hatiye vekirin.

 

Tişta ku wê bazarê li cihên din û bazarên din ên mezin ên Hewlêrê cuda dike, hebûna hejmareke zêde ya peykerên jinan e.

 

Di merasîmekê de peykerên 120 jinên navdar ên Kurd ku destê wan di warên cuda cuda yên jiyana civaka Kurdistanê de diyar e, li Bazara Down Town hatin danîn.

 

Ew peyker ji aliyê 40 peykersazan ve hatine çêkirin.