Li Mûşê demsala çandina tûtinê dest pê kir

08-07-2023
Firat Kelehkî
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mûş Tûtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê demsala çandina tûtinê dest pê kir.

Li Mûşê îsal 620 cotkaran li ser 5 hezar donim erdê parêzgehê tûtin çandine. Tûtin êdî bûye deriyekî girîng ê debara jiyanê ji bo xelkê navçeyê.

Cotkarê Tûtinê Turan Karkaya anî ziman, “Em 12 mehan berdewam bi tûtinê ve mijûl in. Em kar dikin. Tevrik, avdan, çandin, berhevkirin û hişkikirina wê heye. Çavkaniya me ya debarê ev e tiştek din nîne.”

Cotkarên Mûşê ligel hinek kompanyayên tûtinê girêbest îmze kirine daku berhemê xwe bifiroşin wan. Corên tûtinê yên li gor daxwaza wan diçînin.

Berpirsên sektora tûtinê ji siberoja vî berhemî ya li Mûşê bi hêvî ne.

Serokê Giştî yê Yekitiya Kooparatîfên Bazarkirin û Berhemanîna Tûtina Tirkiyê Şeymus Solgun got, “Înşallah ji parêzgeha Mûşê tûtîna ter dê biçe fabrîkayan. Mûş dê bi temamî li navçeya me bibe navendeke tûtinê. Welatiyên me yên Mûşê dê careke din berê xwe bidin tûtinê û berhem bînin.”

Li gor çavkaniyên fermî, sala borî ji parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bo 48 welatan 53 hezar ton tûtin hatiye hinardekirin. Ji wê tûtinê 276 milyon dolar hatine bidestxistin ku derdora ji sedî 5ê wê bo Mûşê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst