Serok Barzanî: Divê PDK bibe parêzvanê berjewendiyên gelê Kurdistanê

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî Barzanî bi fraksiyona PDKê ya li parlementoya Kurdistanê re civiya û got “PDK hêviya gelê Kurd e û pêwîst e PDK parêzvanê berjewendiyên gelê Kurdistanê û çanda bilind ya civaka Kurdistanê be.”

Serok Barzanî li Pîrmamê bi Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Kurdistanê re civiya diyar kir ku divê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bibe parêzvanê berjewendiyên gelê Kurdistanê.

Serok Barzanî spasiya rol û hewlên endamên Fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Kurdistanê de kir û daxwaz ji endamên frakisyonê kir ku di warên cuda de xizmeta gelê Kurdistanê û PDKê bikin.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku PDK hêviya gelê Kurdistanê ye û wiha got:

“PDK hêviya gelê Kurd e û pêwîst e PDK parêzvanê berejwendiyên gelê Kurdistanê û çanda bilind ya civaka Kurdistanê be.”

Herwiha Serok Barzanî behsa rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyê kir û li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê nirxandin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst