Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê PYD û ENKS pirsgirêkên xwe çareser dikin û li ser sazkirina Kongreya Niştimanî xebatan dimeşînin.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza got, “PYD û ENKS îro li ser Kongreya Niştimanî civiyan.”
Li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kongreyek dê were lidarxistin.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza bû mêvanê bultena Rojava û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Neşet Zaza li ser lidarxistina Kongreya Niştimanî da zanîn:
“Li ser mijarê 2-3 meh in gotûbêj tên kirin. Pirsgirêkên heyî hemû çûn, bi dawî hatine.
Amadekarî ji bo kongreyê tên kirin. Îro PYD û ENKS li hev civiyan. Ew ji bo meseleya sazkirina kongreyê li hev kom bûn.
Her wiha pêr jî di navbera me û Fransiyan de jî civînek çêbû ku ew jî li ser wê mijarê ye.
Niha tenê amadekarî tên kirin lê diyarkirina rojê girêdayî pirsgirêkekê ye.
Pirsgirêka sereke, Nûnerê Hikûmeta Amerîkayê ne li wir e û pê ve girêdayî ye.
Bi rastî ku kongre hazir be, ew dê piştevan bin û helwesta xwe bidin diyarkirin.
Ji ber wê jî hatina wî 15ê mehê ye, em li bendê ne. Eger tekez bibe 15ê mehê li Kurdistana Sûriyeyê be dê kongre di wan deman de were sazkirin.
Çavê me li rê ye ku ew teblîxî me bikin, kîjan rojê dê hazir be li Kurdistana Sûriyeyê.”
Neşet Zaza li ser helwesta PYD û ENKSyê jî anî ziman:
“Her du alî jî li ser lidarxistina kongreyê kar û barên xwe dikin.”
Neşet Zaza destnîşan kir ku nav “ne kongre, konferans e” û got:
“Me li ser li hev kiriye ku nav konferans be. Berê israrek hebû ku nav kongre be lê li ser asta siyasî kongre her konferans bi xwe ye.
Niha lihevkirinek li ser heye ku konferans be. Sedema wê jî bi hinek tiştên rêxistinî ve girêdayî ye.”
“Dan û standin berdewam dikin”
Neşet Zaza li ser hebûna ENKSyê ya di nava Komîteya Amadekar de da zanîn:
“Niha dan û standin li ser mijarê berdewam dikin. Alî nêrînên xwe li ser mijara tînin ziman.
Hejmar dê çi qas be, dê kî hazir bin, awayê hazirbûnê, tiştên ku dê werin gengeşekirin li ser van hemûyan gotûbêj tên kirin.
Niha li ser hejmarê dan û standinek çêdibe ku dihat gotin herî 400-500 kes bin.
Ez bawer dikim dê ji wê hejmarê kêmtir be. Dê di ser 200 re be.
Berê dihat xwestin her partiyek herî kêm 3-4 endamên wan hazir bin.
ENKSyê got, ne gerek e, temsîla partiyan bi navekî yan duduyan be jî dibe, çima 3-4.
Ne hewce ye, pêwîst nake, mebest ew e ku hebûna wê partiyê hebe.”
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza her wiha anî ziman:
“Divê şandeyek ava bibe û şande here Şamê dan û standinan li ser maf û xwestekên Kurdî bike.
Her wiha nêrîna xwe li ser paşeroja Sûriyeyê bide diyarkirin.
Konferans dê li ser 2 xalan li dar bikeve, xalek girêdayî nêrîna siyasî ya Kurdan e, her wiha şande bibe nûnerê miletê Kurd.”
Neşet Zaza destnîşan kir ku dê kesayet û saziyên sivîl jî di “konferansê” de amade bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse