Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê li Silêmaniyê beşdarî semînerekê bû û got, “Divê ji sedî 20ê kursiyên Parlamentoya Sûriyeyê yên Kurdan bin.”
Wê diyar kir ku Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gihîştine qonaxeke wisa ku wan hebûna xwe îsbat kiriye.
Li hola Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê, li ser guhertinên dawî yên Rojavayê Kurdistanê semînerek hat dayîn.
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê wekî axêver beşdarî semînerê bû û pirsên beşdaran bersivandin.
Gelek kesayetiyên siyasî, partiyî, akademîsyen û welatî beşdarî semînerê bûn.
Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo canê şehîdan dest pê kir.
Paşê kurtejiyan û xebatên Îlham Ehmedê hatin xwendin.
"Kurdan hebûna xwe îsbat kiriye"
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê li ser guhertinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê axivî û got:
“Ev guhertinên ku li Rojava çêbûne, bi saya têkoşîn û fedekariya şehîdan pêk hatin. Kurd gihîştin asteke wisa ku wan karîbû hebûna xwe îsbat bikin.
Êdî Kurd xwedî nasname û hebûna xwe ne û ew qurbanîdana ku hatiye dayîn pûç nebû.
Dema ku em li dema borî dinêrin, em dibînin ku rewşeke bênasnamebûnê hebû.
Kurd di çarçoveya Sûriyeyê de wekî netewe nedihatin qebûlkirin. Ew her dihatin çewisandin û yasayên neheq li ser wan hatibûn sepandin.
Lê belê îro Kurdên li Sûriyeyê di astekê de ne ku wan hebûna xwe bi temamî îsbat kiriye.”
"Zimanê Kurdî divê bibe mafekî rewa"
Îlham Ehmedê bal kişand ser rewşa perwerdeyê û guhertinên siyasî.
Wê diyar kir ku ew ti carî qebûl nakin ku Kurd li derveyî pergala perwerdeyê bimînin û ji mafên xwe bêpar bên hiştin.
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku di guhertinên dawî yên pergala xwendinê de, zimanê Kurdî gihîştiye asteke bipêşketî û divê di destûrê de bibe mafekî rewa.
Birêvebiriya Xweser û HSD
Wê li ser entegrasyonê jî diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hêzeke sereke beşdarî pergala dewletê bûye û di Birêvebiriya Xweser de hinek guhertin çêbûne û got:
"Lê belê asta beşdariya jinan a di navendên biryardayînê de hîn jî lawaz e.
Pergala Sûriyeyê bi wê yekê ne razî ye ku jin bi temamî rola xwe ya herî çalak bilîzin."
"Divê ji sedî 20ê parlamentoyê ji Kurdan re be"
Îlham Ehmedê eşkere kir ku ji bo rola Kurdan di nav welêt de hebe, divê ji sedî 20ê kursiyên parlamentoyê ji bo nûnerên Kurdan bin.
Wê hêvî kir ku parlamento rola xwe ya rasteqîn bibîne.
Siyasetmedara Kurd anî zimên ku divê komîsyonek ji bo diyarkirina maf û rola Kurdan were avakirin.
Bi dîtina wê, ev komîsyon dê bibe alîkar ku pêvajoya entegrasyonê bi serkeftî bi rê ve biçe.
Her wiha wê destnîşan kir ku divê li ser pirsgirêkên jinan û rêxistinkirina wan xebat bidomin.
Wê tekezî li ser wê yekê jî kir ku divê pergala perwerdeyê ji bo her kesî bi awayekî wekhev were dabînkirin.
Di dawiya semînerê de beşdaran pirsên xwe kirin û Îlham Ehmedê jî pirsên wan bersivandin.


.jpg&w=3840&q=75)