Doz li Mehmet Dîcle û Weşanên Zîzê hat vekirin

08-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Mehmet Dîcle Weşanên Zîzê Serdozgheriya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Weşanên Zîzê diyar kir ku Serdozgeriya Amedê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” doz li wê û nivîskarê wê Mehmet Dîcle vekir.

Weşanxaneya Zîzê ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

“Ji ber romana Berfa Sor, Dozgeriya Diyarbekirê bi angaşta "propagandaya rêxistinê" doz li weşanxaneya me û nivîskarê romanê Mehmet Dicle vekiriye.

Parêzerên me piştî xwe gihandin dosyayê û pê ve emê derbarê geşedanan de agahiyên berfirehtir bidin.”

Weşanên Zîzê sala 2023yan li Ameda Bakurê Kurdsitanê dest bi karê weşangeriyê kiriye û heta niha gelek pirtûk çap kirine.

Mehmet Dîcle kî ye?

Mehmet Dîcle sala 1977an de li Hezroya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Stembolê beşa Erdnîgariyê mezûn bûye, li Stembolê dijî.

Berhemên wî yên çîrokên ên bi navên Asûs e, Nara, Ta çap û belav bûne.

Herî dawî sala 2023yan romana bi navê Berfa Sor çap kir.

Dîcle Edîtoriya Kovara Kurdeçîrokê dike.

undefined

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst