Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê kampanya alîkariyê bide destpêkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê bi serpereştiya Encûmena Wezîran civînek li dar xist.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê re anî ziman û ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî mexdûrên vê karesatê bike.
Di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbistana Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6an çêbûn. Erdhejê li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Hatay, Kilîs, Semsûr, Osmaniye û Edeneyê wêraniyên mezin li dû xwe hîştin, li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi tundî hat hîskirin. Zêdetirî 300 erdhejên biçûk jî çêbûn û hîn jî berdewam dikin.
Encûmena Wezîran ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem karwanê alîkariyan gihandiye Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û dê di şandina alîkariyan de jî berdewam be û got, “Di vê navberê de tedbîrên pêwîst ji bo şandina karwanên alîkariyê bo navçeyên ku erdhejê zirar gîhandine li Sûriyê.”
Qaymeqam û serpereştyarên Îdareyên Serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin ku “Kampanyayeke mezin ji bo gihandina alîkariyan û komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên karesatê” bidin destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse