Li Semsûrê qeza: Mirî û birîndar hene

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Semsûr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Besniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, îro li navçeya Besniyê ya Semsûrê du otomobîlan li hev xist.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tebît kir ku kesek li cihê bûyerê miriye û kesek jî birîndar e.

Tîmên tenduristiyê kesê birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Besniyê.

Lê tîmên tendusristiyê piştre ji ber birîna wî ya dijwar ew veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Semsûrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst