Mesrûr Barzanî: Bi vekirina her zanîngehekê hêviya me geştir dibe

07-09-2024
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Zanîngeha Navneteweyî ya Brîtanî ya Hewlêrê Hewlêr London Brîtanya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî eşkere kir ku bi vekirina her zanîngeheke astbilind hêvî ji bo pêşerojeke geş zêdetir dibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî merasîma Zanîngeha Navneteweyî ya Brîtanî ya Hewlêrê bû.

Mesrûr Barzanî di marasîmê de gotarek pêşkêş kir û wiha got:

“Vekirina vê zanîngehê dê bandoreke wê ya mezin li ser bilindkirina asta xwendina bilind li Herêma Kurdistanê hebe.

Di heman demê de dê jîngeheke guncavtir ji bo pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di warên çandî, zanistî û aborî de pêk bîne.

Welatê me di warê çavkaniyên mirovî de dewlemend e û civakeke me ya ciwan heye.

Ji ber vê yekê divê em veberhênanê di ciwanên xwe de bikin û wan bigihînin da ku ew jî di nava avakirina pêşeroja geş a welatê me cih bigirin.”

“Em dê di pêşerojê de bandora vê zanîngehê bibînin”

Mesrûr Barzanî di berdewamiyê de behsa girîngiya perwerdeya ciwanan kir û wiha got:

“Bi vekirina her zanîngeheke astbilind hêviya me ji bo pêşerojeke geş zêdetir dibe.

Zanîngeha Navneteweyî ya Brîtanî ya Hewlêrê, bandor û beşdariya wê di warê pêgehandina pispor û şarezayan de diyar e.

Hêvîdar im xwendekarên me yên xweşwîst li vê zanîngehê û hemû zanîngehên me yên din, her dem ji van derfetan sûdê werbigirin.

 Ev zanîngeh dê derfetê bide wan ku bi rêya zanistî û fêrbûnê, şarezayiya xwe pêşde bibin da ku bikarin zêdetir xizmeta Kurdistanê û welatê xwe bikin û bibin mînakek geş bo pêşeroja civaka me.”

Em dê rol û pêgeha derçûyên vê zanîngehê di pêvajoya geşbûn û geşepêdana welat de bibînin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiyê jî de hêvî xwest ku zanîngehên Herêma Kurdistanê rola xwe di dîtina çareserkirina pirsgirêkên jîngehê de bilîzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst