Li Urmiyeyê di du qezayan de 6 kes mirin

07-09-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Urmiye Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di du bûyerên trafîkê de li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 6 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Yek ji wan bûyeran li ser rêya Tîkab-Feyzavayê û bûyera din li ser rêya Mihabad-Urmiyeyê çêbûye.

Rêveberê Heyva Sor a Parêzgeha Urmiyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku êvara Çarşemê li 10emîn kîlometreya rêya Tîkab-Feyzavayê bûyereke trafîkê di navbera sê otomobîlên taybet de çêbûye.

Di encama bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hemîd Mehbûbî got, piştî ku ew ji bûyerê hatine agahdarkirin, wan tîmên hawarçûnê şandine cihê bûyerê û birîndarên bûyerê û termên kesên ku di bûyerê de mirine, rakirine nexweşxaneyê.

Rêveberê Heyva Sor a Parêzgeha Urmiyeyê herwiha diyar kir di bûyereke din de li ser rêya Mihabad-Urmiyeyê, barhilgirek li otomobîleke taybet qelibiye.

Di vê bûyerê de jî kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Bi gotina wî rayedarî, birîndarên wê bûyerê jî birin nexweşxaneyê.

Dema bûyerê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst