Li Dêrsimê qeza: 3 kes bi giranî birîndar bûn

07-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Qeza Birîndar
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Pêrtagê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê di bûyerek trafîkê de 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar Gozlu ragihand ku roja Çarşemê li gundê Balişêrê yê navçeya Pêrtagê 2 minîbûs li hev qelibîn.

Di bûyerê de sê kes bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.  

Ji ber bûyera trafîkê rêya sereke ya Dêrsim-Xarpetê ji trafikê re demekê hat girtin.

Piştî her du minîbûs hatin rakirin, rê ji bo çûn û hatinê hat vekirin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li gor amarên fermî yên meha hezîranê hatine belavkirin, di şeş mehên destpêkê yên îsal de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala borî jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûbûn û di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabûn û 291 hezar û 151 kesên din jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst