Li mala ku kar dikir 2.6 milyon dolar û 4 kîlo zêr dizî

07-09-2021
RÛDAW
Li mala ku kar dikir 2.6 milyon dolar û 4 kîlo zêr dizî
Li mala ku kar dikir 2.6 milyon dolar û 4 kîlo zêr dizî
Nîşan Duhok Dizî Gurcistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Gurcî ya ku li mala bazirganekî Duhokî kar dikir, dema ku malbat derket geştê 2 milyon û 600 hezar dolar û 4 kîlo zêr dizî. Polîsan piraniya pere û zêr bidest xistin, lê diz ji ber ku jinik ji Kurdistanê derketiye nehat girtin.

Jineke ku hemwelatiya Gurcistanê ye û li Duhokê li mala malbata Kurdo karê paqijiyê dikir, di 3ê Îlona de bi 3 kesan re plana diziyê kir.

Li gor agahiyên peyamnêrê Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî, jina Gurcî li taxa Maltayê li mala ku lê kar dikir bi 3 kesên ku wek wê Gurcî ne re ji bo kasaya ku tê de 2 milyon û 600 hezar dolar, 2 milyar dînar û 4 kîlo zêr hebû bidizin planek çêkirin. Ji bo diziyê li benda roja ku malbat derkeve geştê diyar dikin.

Ji ber kamerayên ewlehiyê yên li malê, tîma diziyê plan kir ku du mêr, ne ku jin, bikevin hundurê malê da ku ew gumanê neke û plan bi rengek bêkêmasî hate bicîh kirin.

Dema ku ji geştê vedigerin hevjîna bazirgan li ber derî rastî bazinê xwe tê. Jina malê ber bi odeya ku kasa peran lê ye ve çû, vê carê li odeyê ferek guharê xwe dît. Li ser vê yekê jina malê ket gumanan û dema kasa ku pere û zêr tê de ne vekir, dît ku ew hatine şelandin.

Piştî ku bazirganê Duhokî hat malê, agahiya polîsan pê xist. Polîsên ku hatin malê, ji qeydên kamerayê diyar kirin ku diz du mêr in û ji bo ku neyên naskirin maske û lepik bikar anîne.

Wendabûna jina Gurcî piştî bûyerê, nîşana herî girîng a diziyê da. Piştî lêgerîn û lêpirsîna sê rojan, polîsan tespît kir ku jina Gurcî bi riya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîlê re reviyaye Tirkiyeyê û 20 hezar dolar bi xwe re biriye.

Li ser 20 gumanbarên ku têkiliya wan bi jina Gurcî re heye lêpirsin hat kirin û 3 kesên ku plana diziyê kirine û şelandine hatin girtin.

Li ser îfadeya dizan, polîsan piraniya pere û zêrên ku hatine dizîn dîtin û li xwediyê wê vegerandin.

Hat zanîn ku diz bi riya bazirganekî hemwelatiyê Gurcistanê hewl dane pereyên ku dizîne derxin derve, lê ew bi ser neketine.

Berpirsê Şaxa Sûcên Organîze yê Reveberiya Ewlehiya Duhokê Ehmed Fexrî Mecîd ragihand ku ew di demeke kurt de ketine tevgerê bûyerê çareser kirine û berî ku diz bigihîjin armanca xwe hatin girtin.

Herwiha Mecîddiyar kir ku li ser daxwaza bazirgan navê wî parve nekirine.

Ev bûyer wekî mezintirîn plana diziyê ya ku heta niha li Duhokê hatiye kirin hat tomar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst