Li Mêrdinê du malbat pev çûn: 10 kes birîndar bûn

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Malbat Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, du malbat pev çûn û di encamê de ji her du aliyan 10 kes birîndar bûn.

Li taxa Yunus Emreyê ya navçeya Midyadê di navbera endamên du malbatan xizmên hev de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê nîqaş veguherî pevçûnê û her du aliyan bi çek, dar û keviran êrişî hev kir.

 Di pevçûnê de ji her du malbatan 10 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Hat raginadin ku hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li gorî rapora Weqfa Umutê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îsal hezar û 938 êrişên çekdarî pêk hatine û di wan êrîşan de hezar û 200 kes hatine kuştin.

Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê sala 2022an 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst