Efrîn: Grûpa Emşat bi ser ziyandîtiyên erdhejê de bacê disepîne

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Emşat Efrîn Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Silêman Şah a ku bi navê Emşat tê naskirin û ser bi Tirkiyê ve ye, 50 dolar wek bacê li ser malbateke ku li nav kampa Qeterî ya li navçeya Şiyê ya Efrînê dimînin ferz kir.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an grûpa Silêman Şah a naskirî bi Emşat a ser bi Tirkiyê ve, 50 dolar wek bacê li ser her malbateke ku li kampa Qeterî ya li navçeya Şiyê ya Efrînê dimînin ferz kir, ev jî piştî ku Rêxistina AKTD a Fransî 150 dolar dabû her malbateke zerardîtî li nav kampa Qeterî ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an û eger ew 50 dolaran nedin wan dê wan ji kampê derxînin.

Di Adara borî de jî, grûpa Emşat 50 dolar li ser her malbatekê li nav kampa Qeterî ya li navçeya Şiyê ya Efrînê ferz kiribû , ev jî piştî  rêxistineke mirovî 150 dolar dabûn her mlbateke zerardîtî ji ber erdheja 6ê Sibata borî.

Li gor heman çavkaniyê, niha koçberên Sûrî li nav kampa Kuwêtî li navçeya Şiyê ya Efrînê jî rûbirûyê gefa grûpa Emşat derbarê alîkariyên mirovî de dibin.

Her du kampên Qeterî û Kuweytî yên li navçeya Şiyê ya Efrînê bi alîkariya Heyva Sor a Qeterî û Tirkî hatine avakirin ku zerardîtiyên erdheja 6ê Sibatê li wan dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst